KUŞTINA ZILAM RÊGEZA SOSYALÎZMÊ YE (Hevpeyvîna Bi Mahîr Sayin Re Hatiye Çêkirin Îlon 1996 )

Eger hûn nikaribin bi bandorbûna mezin ve bersivê bidine soza mezin, bi tendûristî pêşbiketina we jî ne gengaz e.

Eger hûn seranser nêzî gotina herî binirx jî bibin, wê yên dîsa winda bikin hûn bi xwe bin.

Min heya niha gotinên xwe, weke bangawaziya ji mezinbûyîna mîsoger e, gotin. Û eger bersiva vê bangawaziyê jî bû ya li gorî ya pêwîst, wê ew mirov pêşbikeve. Em wisa birêzdar nêz dibin. Ma ev hêz di we de jî heye? Ev ji bo min pir girîng e. Mîsoger pêwîstiya we bi rabûnekê heye. Eger we xebat û pîşeya di bin navê vê şoreşê de hilbijartibe, wê demê pêwîst e hûn dev ji vê şêwaza xûşikandinê berdin. Ji min re wisa tê ku hûn hîn jî nikarin taybetmendiyên mirovên ku xwe bi serkeftina şoreşê didin bawerkirin, nîşan bidin. Li gorî min şexsiyetên ku ziwa bûne, ji hêzê, teqetê, kelecana mezin û ji azweriyan qût bûne, weke ku wê nikaribin di şoreşê de karekî bikin, di heman demê de jî wê di jiyanê de jî nikaribin bibandor bin.

Ez xwe çawa bi we bidim nasîn? Hûn tên û ez nirxeke pir mezin didime eleqeyên we. Lê na, pêwîst e ev tenê di asta eleqeyê de nemîne û bê parvekirin. Ez aşkere bibêjim, ez li hemberî yên ku nizanin parve bikin jî bi hêrs dibim. Bûyîna temaşevanekî bêdeng, hêrsê diafirîne. Em li vir bi rastî jî şerekî ji sedî sed ê jiyanê didin. Em ji her tiştî zêdetir hewcedarî fêmkirinê,  bîryara mezin, bîryara hevpar û soza ku mîsoger hatiye dayîn in.

We pirsyar pirs kir in, ma dikare hîn çi bê gotin? Gelo min çi qas karî ku rastiyan bibêjim? Ez ji eleqeyan re çi qas bûme bersiv? Ya girîngtirîn jî hûn çend bicoş bûn, we bi qandî ku rê ji hilpekînekê re veke girt? Eger li deverekê meşa serkeftinê çênebûbe, tê wê wateyê ku kar li wir şaş in. Û dema mirov her bi xwe ve mijûl bûn, tê wê wateyê ku li wir ên ku îflah nabin hene. Helbet divê em vê nepejirînin.

Pêwîst e em tam birêxistî derbikevin qada şer. Nabe ku mirov nîvçe têkeve nava vî şerî. Eger te xwe heya dawiyê neda vî şerî, wê demê tu dê pir zû winda bikî. Her çend ne bi qandî binxistinê be jî, ez bi şêwazê rizgarkirina yekitiyê ve derdikevim meydanê. Ji roja ez heme û vir ve şêwazê min ev e. Dibe em ji bo serkeftineke tam negihiştin hêza têr, lê em bihevre bûyînê jî bi awayek berfireh rizgar dikin. Jixwe ev pir girîng e. Lê hûn di avêtina gava yekemîn de li ser derfetan dirûnin û xwe li ser piştê dirêj dikin. Pêwîst e em mîsoger bikaribin vê derbas bikin. Meydana şer e, tu nikarî bibêjî “tiştek nabe!” Wê tiştek bibe. Eger tu mafê wê nedî, tu dê bikevî. Gelek ji we dibin weke pêhlewanê ku ji binketinê têr nabe. Yên ku bi hezaran caran bibin dikevin, lê tevî wê jî dîsa dibêjin “em hene” ne kêm in. Ev elimandineke xirab e.

Ez her tim dibêjim; gelo ez xwe ji we re çawa vebibêjim. Min bi salan dikir “ax û wax”. Guleşeke ji rêzê. Heta hûn çîroka wî Cumo dizanin. Ez bawerim heya min ew êrîşa bi keviran amade kir, yek-du salên min derbas bibûn. Heya min ew êrîş birêkûpêk kir stûyê min her di ber min de xwer bû. Jixwe dayîka min ez nedigirtim malê. Ez pir hişk dinirxandim, weke ku bibêje “ketiyo!”. Ez niha didim ber hev. Hûn qet xwe amade nakin û hûn her weke ku we pir bi serxistî ye têne malê û bi vî rengî derdikevin pêşberî welat û gelê xwe. Ev şaş in. Eger em nikarin tiştekî bikin jî, divê em rastiyê bi kûranî nas bikin. Pêwîst e em xwe nas bikin. Li gorî min we di hin xalên girîng de xeletî û şaşitî kirine û we her bi wan re jiyan kiriye. Ez êdî nikarim vê biparve bikim. Hûn nikarin vê rêxistinê bi van şaşitiyên xwe ve bi me re parve bikin. Û nêz an jî dereng ev ê bigihije redkirinê û wê ber bi redkirinê ve bibe. Raveya biaqilnebûna we jî nikare bê kirin. Parastina nepêkanîna we ya serkeftinê jî nikare di demeke dirêj de bê kirin. Bi taybetî jî girî û gazinc tevgereke herî ketî ye.

Ez pir axivîm. A rastîn, ez ji bo xwe axaftina zêde qet rast nabînim. Lê hûn min mecbûr dikin. Ji ber hûn her pirsan dipirsin, ez mecbûr dimînim ku biaxivim. Eger we hinekî jî rewşa min bipirsiya, wê baştir bibûya. Jixwe dayîka min her ev digot; “tu ehmaqî, ma ti kes wisa dixebite? Yên li pey te, tenê te bikartînin”. Di rastiyê de ev gotin rast jî bûn. Heman şêwaz hîn jî didome û diçe. Lê ez dîsa jî di şêwazê xwe de pir bi israr im. Cewhera çîrokê jî ev e. Hîn jî tê bîra min; dema dayîka min wisa got min xwe zêdetir û bi înadek mezintir dabûyê û min li rûyê wê jî nenêrîbû. Min digot “ev şaş dibêje. Bila ew qet fêm nekin, lê ez ê dîsa jî bikim”. Lê piştî ku ew qas tişt hatin jiyîn şûndetir, pêwîste em bêne ser rastiyê û biferaset nêzî bibin.

Pêwîst e ev ezezîgerî were hilweşandin, jixwe hûn pir tangav bûn. Dilê min pir bi we ve dimîne. Porê tevahî hevalên min spî bûye û li xwe napirsin ka çima wisa ye. Lê di rastiyê de çîroka vê heye. Eger fêmkiribana wê pir baş bibûya. Eger hûn di nefêmkirinê de israr bikin, hûn ê zêdetir ziwa bibin, zehmetiyan bikişînin. Û jixwe di vê de jî tawanbar ne ez im. Ji ber min hewl da ku ez pir baş guhdar bikim. Min xwe bi guhdarkirinê re jî têr nedît, pir derfet jî afirandin. Eger pirsgirêk ne pirsgirêka şerê di meydana şerkeran de be, wê demê em bi tiştên din ve mijûl bibin. Lê ev der meydanên şer in. Pêwîst e ev yekser bê pejirandin. Şûna xitimandin, tangavbûn û xeyidandinê, serê xwe bi tiştên ku çêbûne û çêdibin re êşandin wê rastir be. Helbet ez xwe bi awayek “Gelo ez mecbûrbûm wisa lê hatibûyam, an jî ez çima wisa bûm” lêpirsîn dikim. Kî ez mecbûrî vê kir im? Û ez çima we wisa digirim? Ev ê heya ku derê wisa bidome? Ji ber ên ku niha di asta mirin-mayînê bandor dibin, pir in. Û eger wisa bidome jî wê ev hejmar zêdetir bibe. Heta wê sînorên neteweyî jî derbas bike.

Her kes dibêje “bi sazî bibe”. Her kes dibêje “parve bike”. Ez ji yê vê dibêje re dibêjim “ma tu dikarî min guhdar bikî, tu dikarî bi min re parve bikî?”. Dîsa bêçareyek e, ne tişteke din e. Tenê dixwaze. Lê qet nizane ku bike. Ji bo ku hûn hêzê ji axaftin û parvekirinê re bînin, va ye min di xwe de wext daye sekinandin. Ez xwedî li gotinên xwe derdikevim û min gelek caran ev îspat jî kiriye. Lê hûn tuneyî ne. Helbet ez van tewanbar nakim. Ez şêwazê lêdana sîstemê baş dizanim. Hûn ji zû ve li cihekî xwe hatine bîrîndarkirin û bi vî rengî hatine meşandin. Lê ez tevî vê jî dîsa bi mirovên me ve girêdayî me. Ez ji eleqe û mijûlbûna bi mirovan re baş dibînim. Hezke şer be, hezke jî aştî, ez wan bi eleqeyeke pir mezin ve rêve dibim.

We dikarî di min de kêm an jî zêde hin tişt naskiribûna. Ez ê ji we bipirsim: gelo we tiştek ji min fêm kir? Mesela çend hevalên me dikarin di vê mijarê de, bi taybetî jî di vê axaftina min a dawiyê de, mafê axaftinê bixwazin û rabin biaxivin. Min gelek xalên balkêş jî diyar kir in. Li gorî we rewşa min çi ye? Li vir taybetmendiya herî girîng çi bû? Ji ber we jî eleqeder dike, loma ez vana dibêjim. Ez bawer nakim ku tiştekî me yê wisa pir kirdewar jî hebe. Ev ji bo me hemûyan girîng e. Ango me tevan digire nava xwe. Mijarên pêwîst hatin gotin û min rexne jî kir in. Ji ber min eleqeya hevalê me Mahîr a di derbarê demokrasî û demokrasiya sosyalîst de dizanî, loma min vê sibê ev jî got; gelo wê ev heval bikaribe bibe demokrat?

Min ev di asta gotin û niyetê de diyar nekirin. Li gorî min eger kesek di asta gotin-vegotinê de dimîne û eger pir rast be, lê bipratîk nebe, ew kes ti car pêknayê. Mînak; eger pir gotina “demokrasî” dibêje û li ser pratîka demokrasiyê ne serwer be, ew nikare pêk were. Ê/a pêkneyê jî, jixwe dibe derewker. Em baldarbin, sîstemê hema hema hûn tev kirine derewker. Gotinê bi we dide gotin, lê ti car pratîka wê pêknaîne. Ferqa min hinekî ev bû; ez hem dibêjim, hem jî dikim. Ez fêrbû me. Ev pir girîng e. Dema dibêjim ez dikim; tê wê wateyê ku ez siyasetê dikim, rêxistinê dikim, şer dikim. Eger ev nebe, ez xwe ti caran weke yê pêkhatiye nabînim. Û ne ez ê xwe qebûl bikim, ne jî afû bikim. Herî kêm ez ê mijûl bibim. Lê rewşa we vê derbas dike, hûn pir dibêjin, lê nikarin bikin. Ez ji bo avaniya me dibêjim. Dibe hevalê me yê Mahîr di vê mijarê de di asteke pir pêşketî de be.

Gotin nîvçe ne û nagihijin dilan. Xwe di pratîkê de qet nadin der. Ka werin em we temaşe bikin. Ez pir dixwazim ku jiyanê bi coşeke mezin, bi heyecaneke mezin bikim mal. Hûn ê bibêjin “ev dîn e” lê jiyan di me de pir hatiye vemirandin. Ya herî xirap jî ev e.

Belê dosto! An jî hevalê Mahîr!

Gelo te em çawa dîtin û naskirin? Tu rewşa me çawa dibînî? Mîsoger niha hin hîs an jî hizrên te jî çêbûne. Ya rastîn me gelek rexne jî kir in. Gelo tu dikarî çi bibêjî? Ne bi gotinên ku hatine fêrbûyîn, bi nêrandina vê rastiya me ya ku em hewl didin bidin derve re, tu dikarî çi bibêjî? Tu rewşa min çawa dibînî? Gelo çend gotinên te yên ku tu bibêjî hene?

M.Sayın: Hene!

— Ka bêje. Dibe ez jê sûd bigrim. Alîkariya herî mezin a ku ji min re bê kirin, rexneyeke mezin e.

M.Sayın: Ez dikarim hin tiştan li ser tiştên ku hatine nirxandin an jî gotin, diyar bikim. Ez gotina xwe texsîr nakim. Ango ji ber ez dorhêleke ku mirov dikare tê de biaxive dibînim, ji lewra hêjayî axiftinê dibînim…

— Bes e, gotinan neavêje.

M.Sayın: Estexfurulah.

— Na, na pêwîst e wisa be. Pir tiştên ku li ser şer bêne kirin hene.

M.Sayın: Ango di asta gotinê de.

— Belê.

M.Sayın: Bi rastî jî min ev xal girîng dît; we peyveke weke “kuştina zilam” bikaranî.

— Ev pir balkêş bû. Yek, kuştina zilam balkêş e.

M.Sayın: Ez dihizirim ku vê navê li pirtûkê jî bikim. Lê eger tişteke baştir neyê bîra min…

— Ev tişteke pir xweşik e. We çima ev wisa balkêş dît? Ma kuştina vî zilamî ew qas girîng e?

M.Sayın: Belê. Ez wisa dibînim ku mirov dikare tevahî bûyera şoreşê di derdora vê gotinê de biformul bike.

— Ez hin caran dixwazim vê vebikim. Ji ber avanî pir ne ew bû, min nekarî berfirehtir bikim. Eger ji vê re eleqeya te mezin be, em dikarin bi guftûgoyê hinekî din jî pêşbixin.

M.Sayın: Min girîng dît. Min çima girîng dît, ez wê jî bêjim. Em dikarin di derdora vê gotinê de bûyera şoreşê, bûyera rêxistinê, damezirandina civaka nû berfireh bikin û ji nû ve damezirînin. Û ez çi dizanim, me berê jî proje çêkirin. Ev proje, projeyên ku her ji jor ber bi jêr ve dihatin bûn. We jî di cihekî axaftina xwe de diyar kir, “ka em carekî dewletê bidest bixin!” Hata Lenin jî wisa dibêje; “ka em carekî îqtîdarê bidest bixin, wê demê hûn ê bibînim ka em ê çi qas tiştan bikin”.

— Ma ev xapandineke mezin bû?

M.Sayın: Nîv bi nîvî xapandin bû. Ji ber pir tiştên ku îqtîdar jî dide hene. Ango heya mirov nebe îqtîdar, pir zehmete ku tiştekî bike.

 — Belê. Xeyala sosyalîzmê bi xeteriyeke mezin re rû bi rû hiştin.

M.Sayın: Belê, belê. Ango feraseta ‘kar tenê dikare bi destxistina erkekê re bê kirin’, dikare nîv bi nîv rast be.

— Bi taybetî jî dema ev erk hate destxistin; eger derbasî heya nav dergûşê bûbe, derbasî nav dibistanên sîstemê heya jiyana sîstemê bûbe, mîsoger hêza ku têkeve nava wê, dê nikaribe bibe sosyalîst jî. Ku ezmûna Sovyetê ev bi teşeyeke aşkere danî holê.

M.Sayın: Belê, wisa ye. Em dikarin wisa bi formul bikin. Dema mirov ji îro ve li paşerojê dinêre ev rastî derdikeve holê; “carek kodê wî rijiya ye”. Dema tiştekî ku em bidenê tunebe, ango em ne di wê rewşê de bin ku tiştekî bidine, wê demê eger ew erk ji me re bê dayîn em ê çi bidenê?

— Ango eger em sosyalîzmê têxin şûna xwedê, ango perestgehê, em ê bikaribin çi bidenê? Di wî bi xwe de ti tiştek tune ye.

M.Sayın: Em dikarin bidenê. Lê dikarin çi bidenê? Em dikarin şexsiyetên ku me ji sîstemê girtine, ferasatên wê yên rêxistinê û teşeyên wê yên têkiliyan ên me ji sîstemê girtine hemûyan bidene civaka nû. Û em ê bi rengê sor, ser van boyax bikin.

— Min girêdayî vê çend tiştên din jî gotibû. Ez dibêjim “xwe ji xeteriya îqtîdarê parastin”. Bi hêza îqtîdarê bûyîna xwediyê her tiştî, ji min re pir bêehlaqî tê. Ez bawerim hûn jî vê pir balkêş dibînin.

M.Sayın: Belê, wisa ye.

— Heta dema ez pênaseya evînê jî dikim dibêjim “şik û fikarên min hene”. Li gorî min xwe di ber îqtîdarê re kirin, gihiştina îqtîdarê, belavkirin û hema piştre jî wisa bikaranîna wê, înkara evînê ye jî. Nizanim, jixwe xeteriyên wê jî pir derketin holê. Helbet weke ku tu jî dizanî eger ev nebe, wê sosyalîzm, jiyan ziwa bibe û wê ew tişta ku tu dizanî jî pêşnekeve.

M.Sayın: Ji bo me li vir bûyera damezirandina jiyana nû, tê rewşeke bêderfet. Xala ku we ferq kiriye, ev e. Û ferqkirina vê jî pir girîng e. Ne tişteke ku tu bi gotina “bijî ji we re, we baş ferq kir”, wisa ji rêzê nêz bibî yan jî bigrî dest. Bi rastî jî kengî ev hizir bê kûrkirin, wê ev feraseta tevahî cîhanê biguherîne. Wê tevahî têkiliyên me yên îro biguherîne.

Û wê rê ji projeyeke pir cuda re veke. Ev rêk û nêzîkbûneke wisaye ku wê derfeta projeyeke ji hemû projeyên heya roja îro hatine jiyîn cudatire, bide me.

 Em vegirin ser vê; ez bawer nakim ku ew gotina “kuştina zilam” ji bo her kesî bi wate be. Dibe neçûbe xweşa hin zilaman.

— Ya rastîn rêgeza sosyalîzmê ya bingehîn e. Di wir de îqtîdar kuştin, serdestiya yek alî kuştin, newekhevî kuştin heye. Heta her ku diçe bi wê re faşîzm, diktatorî û despotîzm kuştin e. Ev têgîn dikare ew qas bê firehkirin.

M.Sayın: Min ev pir girte cidiyetê; ango kar ji xaleke wisa, ji vê derê girtina dest girte cidiyetê. Ev ji bo min, ji vegotina gotinekê zêdetir, serê xwe bi detaya rastiyê êşandin, xala jiyanî ya ziraviya rastiyê girtin û di vê mijarê de aşkerebûnek rewa kirin, pir girîng e. Tişta ku min li vir girt ev e.

— Derdikeve holê ku tu guftûgovanekî baş î.

M.Sayın: Gelo dema em niha tişteke wisa dikin, ango dema em dibêjin kuştina zilam, “analîza zilam” çi ye? Dema em analîza zilam dikin, a rastîn em analîza tevahî civaka çînayetî dikin û jixwe ev di nava axaftinên me de jî derbas bû. Dema hûn analîza zilam dikin û tenê di asta derûnî de nahêlin û wê tînin rewşa sîstemê û her wiha hûn rexneya tevahî civakê di rexneya yek kesî de dinirxînin, wê demê ez dibînim ku em gihiştine têgihiştineke rastîn a sîstemekê û rexneya wê. Dema em zilam weke ku Marks tevahî civaka kapîtalîst bi dahûrandina metayê analîz kiriye, analîz dikin, di encam de em dikarin tevahî têkiliyên hêzê-îqtîdarê û teşeyên têkiliyên civakî yên îro tarîf bikin.

— Bi wê re aborî hate tarîfkirin, em jî tevahî îktîdarê, huqûqê, avaniya jor tarîf dikin.

M.Sayın: Belê, belê! Niha ez nizanim ka bi rastî ev çi qas hatiye fêmkirin, ango tevgerîna zilam çend hatiye fêmkirin, zilam çend hatiye fêmkirin, teşeya bîrdozî çend hatiye têgihiştin. Lê diyare, ev di nava rojekê de nehatiye bîra we. Ango dema hûn şev razan û bû sibeh, ev nekete bîra we.

— Li gorî we ez çawa bi ser vê de çûm?

M.Sayın: Ez wê pêvajoyê bi rastî jî nizanim. Dibe zehmetî, tangavî û pirsgirêkên ku we jiyan kirine jî hûn gav bi gav, ji seranseriyê ber bi kûrbûne ve biribin. Ango em tev di nava kevneşopiyên diyar de derketin. Va ye di hin ferasatên rêxistinên diyar de hevpariyên me çêbûn û min bi xwe jî dît ku ez jî car caran di nava wan ferasatên rêxistinê de, di nava wan teşeyên wê têkiliyê de li bin guhê hev ketim û min dît ku êdî rêk qediya ye û eger ez di vê bingehê de bi pêş ve biçim ez ê bigihijim dawiya hin tiştan. Û ez ketim nava hizreke ku divê di navarokê de êdî guhertin bê çêkirin.

Ez wisa texmîn dikim; her ku we jî di nava jiyana xwe de, di nava vê têkoşînê de formên heyî qebûl kir, we rastiyên tûj ên ku mirov nikare ji nav derbikeve li pêşberî xwe dîtin, hûn li rêka ku weke navarok mirov dernaxîne ser wê rêkê geriyan û ketin nava pêvajoya biaqil tevgerînê. Dema mirov rêkeke wisa ji dil de qebûl kir, girêdayî armancên xwe be, “detaya vê çi ye?” biziravî vedikole, helbet mirov di vê xalê de rastiyan dibîne. Taybetmendiyeke we ya ku min dît û ez nirxê jî didimê; dema we tiştek xiste serê xwe, hûn heya dawiyê bi rik bi ser de dimeşin. Min ew dît.

— Tu dibêjî heya dawiyê lêhûrbûna min a “ser zilam” girîng bû”.

M.Sayın: Pir girîng bû. Piştî guftûgoyên ku me kirine şûndetir, niha ez dikarim baş fêm bikim ka di we de beşên vê yên rêxistinî çawa pêşketine. Niha di destên min de metaryal hene. Berê min nikarîbû fêm bikim. Di kîjan peresanan de derbas bû? Lê her çend min fêm nekiribe jî, ji bo min encama ku gihiştiyê girîng bû. Ango ji bo min gihiştina vê xalê, di vê xalê de dest bi çareseriya van mijaran kirin, tê wateya dîtina formûlasyona rast a damezirandina jiyaneke nû. Pêwîst e mirov ji vê derê dest pê bike û xwe bigihîne qada îqtîdarê, dîsa ji vê derê vegere û bê vê derê, bingeha tangaviyên ku di rêka çûyîna qata wê îqtîdarê de têne jiyîn, disa di vir de bigere. Min duhû hewl da ku ez hinekî di vê teşeyê de bi hevalan re biaxivim. Di şekilgirtina takekes de bi rastî jî ew qas şopên civakê hene ku; ango ev ji zarokatiyê de dest pê dike. Pir kes hîn di rehma dayîka xwe de hin tiştan dibihîsin û ji hin tiştan bandor dibin. Hin teşedanên sîstemê yên li ser zarok, di rehma dayîkê de dest pê dike.

— Dibe min li vir yek-du taybetmendiyên xwe neanî bîra te (…) Tê gotin sezeryan. Ma sezeryan, dibe jêkirina navika xwe?

M.Sayın: Na. Zik didirînin û zarok jê derdixîn.

— Rewşeke wisa ya Sezar heye. Herhal navê Sezar jî wisa lê kirine.

M.Sayın: Destlêwerdanê, hinekî bi zorî dikin. Beriya wexta zarok were; zarok derdixînin. Ji Sezar tê.

— Navika zarok zû ji dayîkê qût kirin.

M.Sayın: Belê.

— Ev hest di min de wiha bû: guftûgoya min a bi dayîka min re balkêş e. Li wir destnîşandinên min ên pir mîsoger hene. Va ye ez dikarim bibêjim kedîkirina min jî. Ha hûn dizanin, eger di wan serdeman de ez bandora dayîkê bipejirînim, wê derbikeve holê ka ez ê bibim çi mal. Min dijberiyeke pir hişk deyna holê. Pir balkêş e. Her zarokek di hemêza dayîka xwe de, di hemêza bav û mezinên xwe de kêfxweş dibe, ne wisa?

M.Sayın: Belê.

— Lê roja ku ji dayîkbû me û vir ve min qet nexwast ez vê hestê nas bikim. Û hîn jî di min de bandora vê xurt e. Çima? Ez dihizirim. Herhal min ev hest, weke hesteke li dij azadiyê didît. Û min ti car alîkariya ne di cî de ya tu kesî jî nexwast. Pir balkêş bû, min ev cureya eleqeya mirovan bi xeter didît.

M.Sayın: Gelo we ev çawa didît? Mînak di mezinkirina zarokan de perwerdeyeke li gorî ferq û cudahiya rolan heye. Keçik weke bibe dayîk û li gorî têkiliya tevlîbûyîna ji rastiyên heyî re tê mezinkirin. Lîstok, çîrok, pozîsyona di tê de, teşeyên tevgerên wê jî tev li gorî vê jê re têne fêrkirin û ev dibe giyanek. Heman teşaya perwerdeyê didin lawik jî. Ango karakterekî ku bibe bav, bibe desthilatdarê malê, bibe desthilatdarekî mezintir didine lawik. Wê wisa bê gotin “tu jî dê bikevî nava vê sîstemê û bibî desthilatdar”. Wekî tiştekî vê li ser wî didin barkirin. Û beyî ku mirov di ferqê de be weke baca biwesîta, barî ser mirovan dikin.

— Mîsoger ne bavê min dikarî bi awayek kêrhatî zilambûyîneke di wê wateyê de dabûya min, ne jî dayîka min. Ez dikarim li vir bi awayek hêsan wê bibêjim. Jixwe her du jî, ne yek tam weke jinê bû, ne jî yê din tam weke zilamekî dihate hesibandin. Pir nehêja bûn. Ez dikarim bibêjim ku ketibûn. Ev jî ji bo min şans û dîtineke pir balkêş bû. Nêrîna min a wê demê mîsoger redkirin bû. Weke ku min têkiliyeke wisa nedipejirand, mîsoger ji bo min bûyîna zilamekî wisa jî ne tiştekî wisa bû ku ez qebûl bikim. Min ji we re eleqeya xwe ya li hemberî keçikan jî vegot. Ya rastîn pir balkêş e, min dev jê wê berneda. Heya niha jî ez bi awayek tund hewl didim bigrim… Ev meseleya keçe bûk hebû. Di pirtûkê de hatiye gotin. Keçik bi xwe jî hîn jiyan dike. Dikare bêje. Helbet hevala min a lîstokê ye. Dema pir zû hate zewicandin, ez her li ber deriyên wan diçûm û dihatim. Heta raste yan neraste nizanim, lê wê digot; piştî zewiciye bi heftiyekê şûndetir jî min jê re gotiye ‘were, lîstokeke me hebû, -cihê wê hîn jî di bîra min de ye- were em biçin wir bilîzin’. Eger min ev gotibe, wê demê bi rastî jî ez şexsiyetekî muthîş im. Pir balkêş e!

M.Sayın: Belê. Tişteke li derveyî rêzikên wê demê ye.

— Ev çi ye? Ya rastîn nayê hişê ti kesî. Lê rikgirtina min di wê derê de ye.

M.Sayın: Mîsoger bandora wan heye. Ango pêwîst e ez li ser wê bihizirim. Pêwîst e ez careke din li ser wan tiştên ku em axivîne…

— Ez jî xwe weke dahiyekî nadanim holê. Lê ez dikarim hin xalên di derbarê xwe de bînim ser ziman. Ez di vê de ti gumanan jî nabînim.

M.Sayın: Ti gumaneke wê tune ye. Berevajî,  wê ji bo her kesê/î, bi taybet jî di xwe girtina dest de bibe alîkar. Ango ez pir girîngî didim nirxên ku ji zarokatiyê ve hatine girtin û…

— Tu dê bibêjî; di heftsaliya xwe de çi be, wê di heftê saliya xwe de jî ew be.

M.Sayın: Ev gotin ne vale ye. Lê ne her tişte jî. Mirov tê guhertin, lê hin xetên karakter hene ku heya mirov vana kifş neke û dernexe holê, ne gengaz e ku xwe biguherîne. Ew jî xwe di nava guhertinê de lihevtîne. Bi rastî jî weke ku tê gotin; xeta karekter a di heft salî de, di nava teşeya guhertî ya di heftê salî de jî, bingeha xwe ji wir digire û tê. Ez ê vê bibêjim; mesela di sosyalîstên me de, di sosyalîstên kevin de analîzên wisa pir zêde tune ne. Ji ber analîzên wan ên wisa pir zêde tune ye, loma her çend niyetên xwe guhertibin jî û bi civakê re bi bi fedakarane hatibin girêdayîn jî, dema tên ser îqtîdarê, hewl didin wê desthilatdarî û têkiliya girêdanê ya di zarokatiya xwe de girtine û fêr bûne bidin jiyîn. Çima bê îstîsna heman tişt di tevahî welatên sosyalîst de jî derketin holê.

Em li Çîn û Sovyetan ku gule berdane hev, binêrin. Çînê ji Sovyetê re got “revîzyonîst”. Sovyetan jî ji Çînê re got “şoreşgeriya gundî”, va ye got “şovenîzma Han”. Lê dema em li navarokên wan dinêrin, ma guhertinek hebû? Na. Yên hev ew qas redkirin, bi heman benê hatine vehûnandin. Aliyên ku me ji bingeh girtine û anîne ev in.

— Li gorî min vana nikariye şoreşa zilam çêbikin. Sosyalîstên zilamkî. Bi taybet jî ev di we Tirkan de zêdetir desthilatdar e. Hem jî di teşeyeke diyar de.

M.Sayın: Benê me yê vehûnandinê heman e. Ango ji qûmaşekî pir cuda dernakeve. Lê di vê mijarê de…

— Ji min re wisa tê ku me di vê wateyê de şoreşa mezin dest pê kiriye.

M.Sayın: Belê, belê ev xal pir girîng e.

— Ez bawerim taybetmendiya ku min di bingeh de bibandor dike, ev e. Pênaseya we di cî de ye, ji ber pênaseya we ez bi xwe jî pir bi wêrek kir im. Ez jî dê ji te re rave bikim ku ka min çareserî û dahûrandinên wisa çawa ji zarokatiya xwe û vir ve pêşxistine, pir tiştên dişibin vê hene. Min ti car xweziya xwe bi zilamên heyî neanî. Min xweziya xwe bi bavê xwe neanî.

M.Sayın: Hîn wext zû ye ku ez li ser te biaxivim. Ez ji ber vê sedemê zû dibînim. Me guftûgoyek domand, pêwîst e ez birûnim û li ser bihizirim. Dema em niha dest bi axaftina xwe dikin, ez mecbûr dimînim ku li ser hin tiştên heyî biaxivim. Loma ji vê re zû ye. Lê helbet hin tiştên ku berê hatine hizirandin hene, ez dikarim wan di çarçoveya wê ya herî berfireh de deynim holê, lê agahiyên ku hûn didin jî, wan rastiyên giştî piştrast dikin. Ango xwe ji zarokatiyê û vir ve nelîstina rolê dayîk û bav, tiştek daye qezenckirin.

— Hûn dikarin li ser şêwazê jiyana min lêkolînên cur be cur bikin. Hûn di vê de azad in. A girîng encam e. Hûn li vir mîsoger in.

M.Sayın: Belê, belê. Çawa guhert, pêwîste ji her kesê/î re bibe wane…

— Dikare were vekolandin.

M.Sayın: Zanîna peresanê, tê wateya lêgera mirov a keşfa rêkan û çawaniya wê.

— Jixwe min ji ber vê xwest ku ez bala we bikişînim. Dibe di vê mijarê de tevkariya wê çêbibe, loma dibêjim, hin tiştên balkêş ên di pêvajoyên pişt de jî çêbûne hene. Mesela gotina dayîka min a “kurê min mezin bûye, gelo dikare ji xwe re keçekê peyda bike, em dikarin jê re keçekê peyda bikin” heye. Ya din jî li xwe anînên min ên li gorî xwe hene. Min wê demê jî xwe qet amade ne didît. Girîng e. Ma di civakekê de zilamekî ku xwe di vî temenî de li gorî vê eyar neke, xwe fêrî vê neke û xweziya xwe bi vê neîne dikare bê hizirîn? Na! Weke Kurd, hema hema civaka zilamperest, heya sosyalîst tev hin tiştan bi têrkirina zilamtiya xwe dikin. Ma ne wisa ye? Li gorî rêzikê, mîsoger li gorî kevneşopiyan…

M.Sayın: Pevbestîn wisa ye. Ji vê rizgarbûyîn ne di destê zarok de ye, ango ev şansê wê/î tune ye.

— Temam, rast e! Zagona hişk a vê civakê  pir cuda ye. Va ye gotina dayîka min ya “ev zarok nabe zilam” jî, ji vê ye. Engo ez vê ji bo ku bibe belge nabêjim. Min bixeter dît. Min weke belayeke ku bê serê min, dît. Dilê min qet rehet nebû û ez reviyam. Min girêdayîna şêwazê xwe yê bi ser de çûyînê yê bi tîpa paşê re jî danî holê. Me dikarî em hinekî wê dahûrînin û dema min di sala 1975’an de bi jinê re têkilî deyna jî, ev tişteke pir cuda bû. Di nav sosyalîzmê de ye. Ji Kurdatiyê re vegerek heye. Xiyanet û hevkariya li welat kêm-zêde derdiket holê. Ez weke bûyereke hesapxwestin-hesapdayînê dinirxînim. Taybetmendiyeke wisa ye ku ez bawerim ew jî hinekî min karakterîze dike, ya rastîn taybetmendiyeke teqtîkî ya motora giştî ya wisa ye. Eger hûn dixwazin xwe biavêjin nav pêşketineke mezin, hûn ê xwe di kendalê de biavêjin yan jî hûn ê têkiliyeke wisa çêbikin ku bila ew têkilî we bihilweşîne. Pêwîst e we dîn bike. An jî eger ew bê serxistin. Ez di vê têkiliyê de vê taybetmendiya xwe digirim. Gelek sedeman ez xişikandim. Tevî qet wêrekiya min û fêrbûna min a di hin aliyan de tunebû jî, ez ketime navê. Lê ez piştre dizanim ku di vê de pir zêde hêvî tune ye û xeterî pir mezin e. Li vir rewşeke “an ez ê bimrim, an ez ê zîndî bibim” heye.

M.Sayın: Pir rast e.

— Pir girîng e.

M.Sayın: Ez mîsoger wisa dibînim, ez wisa dihizirim; şansên ên wisa hene ku ji sosyalîzmê re perspektîfên nû bînin. Ên şansê wan çêbûye ku zilamtiyê hinekî ji zarokatiyê ve derbas bikin, hinekî bi jinê re têkilî ava kirine, xwe kêmekî nêzî wan kirine. Ji ber ev ji bo zarokekî nikare bibe pêvajoyeke bi zane. Ango ji bo mirovan pozîsyoneke wisa ji hin faktoran çêdibe. Çi dizanim, dibe rewşa dayîk-bavê we be…

— Û tişteke balkêş e, ez van her ji wargeha dijber hildibijêrim. Mîsoger rewşa keça gundî jî ya malbata dijber e û ya herî dawiyê li zanîngehê jî, tam a malbata dijber e. Ango her du jî ji malbatên dijber in. Hem jî di asta jor de. Pir ecêb e! Ez zewqeke mezin ji hilweşandina zilamtiya serdest a bi vê re digirim. Ez dizanim nabe, lê ez vê hildibijêrim. Va ye ev wê taybetmendiya min a tê zanîn pêşdixe.

M.Sayın: Û pêwîst e baş were fêmkirin ku ev terciheke pir zehmet e. Li her devera civakê berê çekan dayîne ser we. Lê dema gaveke wisa tê avêtin jî beyî ku helwesta li wê derê tê hêvîkirin bide nîşandan xwe weke dostê kesê/î ku ber bi gav avêtineke wisa ye ve nîşandan, şûna lîstina rolê tê hêvîkirin ê zilamê tîpîk, helwesta yê wê red dike pêşxistin, bi rastî jî dibe ji bo mirovan bibe sedema derketina gotinên xirab ên weke “Ev çi zilam e, jixwe zilamtiya wî çîrok e”. An jî dibe ku tişteke din be jî.

— Dikare bê nîqaşkirin.

M.Sayın: Rastî ev e. Û rastiya kar ev e. Ango dibe we jî ev rastî di civaka me de jiya be. Û ev tev zagon in. Dema tu li gorî vê zagonê tevnegeriyayî, wê demê berê namluyê tam li te dinêre. Tu dibînî.

— Ne gengaz e ku mirov li hemberî zagonan, bi taybet jî zagonên civakê, pir li ber xwe bide. Tu dizanî, dibe tu bikaribî li dij zagonên siyasî û yên huqûqa xwezayî li ber xwe bidî, lê zagonên civakî pir bêrehm in.

M.Sayın: Belê, mirov nikare li ber xwe bide.

— A girîng, tu van baş tespît bikî.

M.Sayın: Her tiştên li devdora te, tu dorpêç kirine. Ango dibe hinekî toleransa yekî din a li hemberî zagona din hebe, lê li dij zagonên civakî toleransa tu kesî tune ye.

— Xala ku pîrika min digot pir girîng e; “kurê te bênamûs derket”. Dibe ev çil sal çêbûn, lê tevî çil sal di ser vê gotinê re derbas bûne jî, hîn di guhê min de deng vedide. “Çima ez bênamûs derketim?” Çi tişteke balkêş e! Ez çûm û ez bi zarokekî ku divê ez wî wekî dijminekî bibînim re ketim nava têkiliyeke pir taybet, an jî min pê re têkiliyeke pir bidostane çêkiriye. Min di tevahî jiyanê de bihîst ku ev ti car nayê efûkirin. Û min nehişt jî, va ye we digot rik. Ez dixwazim vê bibêjim; pêwîst e ev zagonên şoreşgerî biçûk neyên dîtin. Li gorî min, ev jî zagonên şoreşê bûn. Şoreş li dij civaka gund çêkirin, şoreş li dij têkiliyên jinê kirin bû. Helbet ev piştre gihiştin sîstembûnekî. Va ye dema bi teoriya sosyalîst re bû yek, hinekî din ev rewşa nû qezenc kir. Eger hinan ji we ev nekiribe, pêwîst e bi taybetmendiyên çêbûnê re bê girêdayîn. Na, ez vê ne ji bo tawanbarkirinê dibêjim, bi rastî jî zagonên civakî pir bibandor in.

M.Sayın: Rast e. Heya vî temenî xwe parastina me ya sekna zilamekî saxlem, tê wateya çareserkirina mêtîngeriyê. Ango dema em vê di asta siyasî de dinirxînin û têkilî hev dikin, yekser em heman tiştî dibînin. Ango em desthilatdariyên feodal, kapîtalîst an jî burjûva tarîf dikin. Mîna şanikên civakê. Çawa tavahî formûla laşê mirov di wê yek şanikê de dirazê, helbet dema seranser lê tê nêrîn ev nayê dîtin, lê dema di mirovekî de baş hate analîzkirin…

— Ango tu dibêjî dahûrandina zilam di cî de ye, lê xwedî wateya dahûrandina tam şanikê û metayê ye.

M.Sayın: Eynî weke dahûrandina metayê ye. Û min dît ku ev ne vale ye. Eger hûn bala xwe bidinê, me di nava mijarên ku nîqaş kirine de zêdetir tiştên polîtîk nîqaş kirin. Lê tiştên ku zêdetir di min de derdikevin pêş, tiştên cudatirin. Di rûniştina dawiyê de tiştên ku we di mijara vî Zeki Müren de gotiye, ji min re pir balkêş hat. Di mijara Zeki Müren de qet dahûrandineke wisa nehatiye hişên min.

— Lê di cî de ye.

M.Sayın: Helbet di cî de ye. Jixwe ez ji ber wê dibêjim. Vê ev nîşa min da; bi rastî jî dema hûn li bûyeran dinêrîn, hûn bi vê perspektîfê lêdinêrin. Ev girîng e.

— Em li subayê Tirk binêrin, bi rastî jî zilamtiya subayê Tirk di asteke pir bi xeter de ye. Ango zilamtiyeke ku ji hedê xwe zêdetir e. Helbet ev derbasî nava civakê jî bûye. Û ev jî dij-demokratîzma herî mezin e. Li jina subay binênere, li keça subay binêre; eynî weke nîşaneyên wî yên pir bi xeterin. Ev pir bi xeter e. Ji faşîzma teqez re vekirî ye. Ez dibêjim pêwîst e ev bê dahûrandin. Pir balkêş e ku mirov sîstemê di şexsê paşa, subayekî Tirk de dahûrîne. Xwezî romaneke wisa bihatibûya nivîsandin. Me dê navê wê danîbûya “Paşa”. Zagonên wan ên pir mezin ên li gorî xwe hene. Ya herî xiraptir jî, di civakê de derdoreke ku ne desthilatdar e, siyasî jî di nav de, tune ye. Serok-komar û Serokwezîr jî di nav de. Ji ber sîvîl in… Em ê vê şoreşê li dij zilaman bikin. Ji ber van subayên ku zilamtî û zor bi awayek teqez…

M.Sayın: Belê, belê.

— Hinekî pêşxistina me ya vê têgînê bi vê re pêwendîdar e. Em dikarin bibêjin; -ev têgîneke min a din e- kirine pîrek.

M.Sayın: Ez dîsa li dij vê derdikevim. Ez jî vê hinekî rave bikim. Dema di televîzyonê de ev mijara jin tê nîqaşkirin…

— Ez dîsa bînim bîra te, ji bîr neke ku gotina; “Civak weke jinê ye” gotineke Hîtler e.

M.Sayın: Ez ê niha bi perspektîfeke cuda nêz bibim. Ez yekser xala ku ez maf didimê bibêjim.

— Li Tirkiyê jî ev ast heye; ez dikarim îspat bikim.

M.Sayın: Ez dizanim ku hûn weke navarok çi vedibêjin. Şexsiyeta ku ji civakê re hatiye dayîn; şexsiyeteke sertewandî, xwe înkarkirin, pejirandina bîrdoziya desthilatdar e. Hûn vê vedibêjin.

— Ez dikarim zêdetir jî vebêjim.

M.Sayın: Bêguman dikare hîn bidetay be. Lê ez dizanim ku hûn vê vedibêjin.

— Ku dera wê şaş e?

M.Sayın: Ti cihekî wê neşaş e. Min negot ku şaş e. Min got ez bi perspektîfeke din nêz dibim. Ez hem xala ku tevlî dibim, hem jî li dij derdikevim bibêjim. Dibe bi sûd be. Jin jî wisa ye. Şexsiyeta ku ji jinê re jî hatiye dayîn, bi temamî ev e û em jî dikarin karakterê civakê bi vê tarîf bikin. Xala ku ez dijber derdikevim ev e; mînak dîtîn û van mînakan bi ser jinê re dayîn, ji bîrdoziya desthilatdariya zilam re xizmet kirine.

— Tu dibêjî wê jin dilê xwe bihêlin?

M.Sayın: Na, jin dilê xwe nahêlin. Em ê bi gotina “ox, li ser me rabû. Ev tişta pîs bi jinan tê tarîfkirin” dilşa bibin.

— Na, li vir a tê tarîfkirin zilamê ku bûye pîrek e.

M.Sayın: Wisa tê gotin, lê ev dîsa jî bi jinê tê tarîfkirin. Û em jî rizgar dibin. Nexwe em ji nav û pênaseyên ku zilam dane jinê derbikevin.

— Wê demê gelo eger em ê ji civaka ku têgîn afirandine re nebêjin civaka pîrektî, em ê çi bikin? A rastî ez jî pir baş fêmdikim ku ne civaka jineyî ye.

M.Sayın: Jixwe dema em dibêjin pîrektî, dibe tişteke din…

— Helbet pêwîst e li vir were gotin ku pîrektiya siyasî, pîrektiya civakî.

M.Sayın: Li gorî min gotinên weke evdtî-koletî wê baştir îfade bike. Lê derdê min ev e; ez dihizirim ku zilam bi tiştekî ku ji jinê re hatiye ayîdkirin re rave kirin, ji bîrdoziya desthilatdariya zilam re alîkarî dayîn e.

— Ez hesasiyeta we bi feraset pêşwazî dikim. Lê divê em bibînin ku dema em vê jî dibêjin, fêmkirina me ya jinê pir cuda pêşdikeve.

M.Sayın: Mesela ez mînakekê bidim. Min axaftina we ya di roja jinan de, ya bi hevalên jin re guhdar kir. Helbet xala ku we gotiye jî rast e. Hevalên jin reaksiyon dane nîşandan û gotin “tê çi watê, çawa diaxive”. Kêfa min jî bi wê gotinê nehat. Lê hûn guhdar nakin; hûn ketin pey vê gotinê û we dawiya tişta ku tê gotin guhdar nekir. Ez tiştên ku min qasek beriya vê gotine…

— Derdikeve holê ka çi qas teng in. Ez dikarim ji wan re vê bibêjim; pir zêde ji bûyîna jin derketine. Em dixwazin wê têgînê jî pêş bixin. “Navê jinê heye, lê ew bi xwe tune ye”. Ji bo me ev têgîn jî pir girîng e. Jixwe herî kêm bi qandî ez bi zilaman re şer dikim, bi jinên wisa re jî şer dikim. Jixwe wê ev ji bo temamkirina sîstemê jî pir pêwîst be. Jin derxistina holê, meseleyeke pir cidî ye. Binxistina zilam, serxistina jinê. Bi hev ve pir girêdayî ye.

M.Sayın: Di jinê de pir tiştên ku divê ji holê bêne rakirin hene. Mesela ew têgihiştina bîrdozî ya ku wan taybetmediyan navxweyî dike, divê ji holê bê rakirin. Biyanîbûyîneke pir tirsnak a dibe sedema wê, heye. Mesela min duh mînakek da. Jiyan ji bo jinê çi qas dibe zehmet. Lê ev weke tişteke ew qas xwezayî pejirandine ku; min mînaka ji erdê rakirina pereyan dabû. Hûn dizanin. Hevalan dît. Dema qûruşeke me dikeve erdê, ez yekser xwe dadixînim û ji erdê radikim. Ji bo min di jiyanê de bûyereke ji rêzê ye. Lê ji bo jinê bûyereke ku divê tê de pêncî-şêst caran manevra bike ye û vê jî weke otomatîk dike. Qet nahizire. Di waziyeteke cambaz de destê xwe dixe nav singa xwe, piyê xwe, ji rex ve dizivire. Ew qas tiştên bi vê cureyê yên hatine navxweyîkirin pir in ku; ev helwesteke pir şermoker a li dij zilam e.

— Belê. Tu dixwazî bibêjî xwezayîbûna xwe winda kiriye. Ev pir aşkere ye.

M.Sayın: Belê, wisa ye. Xwezayîbûna xwe winda kiriye.

— Ne tenê xwezayîbûna xwe winda kiriye. Em niha hewl didin jinê jî cudatir çareser bikin. Ez dibêjim, bi rastî jî divê hem weke mal, hem jî weke metayekê bê keşîfkirin û çareserkirin. Jixwe sedema ku ez ew qas bigumanim û pir hişyarim jî ev e. Bi rastî jî madeyeke pir bi xeter e. Li gorî min, eger tu çareser nekî, ji hev dernexî, zilam jî ji dest diçe û winda dike.

M.Sayın: Rastiyeke aşkereye ku zilam jî diçe û winda dike, em weke zilam pozîsyoneke dagirker digirin û xwe didin ser çîna desthilatdar, em çîna desthilatdar gêr dikin, lê belê ew çîna desthilatdar li ser têkiliya me ya bi jinê re siwar dibe û bi vî rengî di şexsê me de ji nû ve dibe îqtîdar.

— Tu dizanî, eger em vê çareser nekin wê çawa be? Ez di pratîka şerê me de, di rêkûpêkirina têkiliyên şervanên me de vê pir bi hêsanî dibînim; eger em şêwazê têkiliyê bi vê rewşa heyî ve qebûl bikin, wê şervantî di nava bîst û çar saetan de biqede. Û diqede jî! Artêş, ji dest diçe. Tişteke der baweriyê ye, lê rastiyek e. Wê demê em dikarin çawa veguherînin berevajiya wê? Dahûrandin û çareseriya jinê, wê çawa ji hêmaneke ku ji şer re sor dike re bê veguherandin? Ev pir girîng e. Û me hewlên pir mezin jî dan. Di serî de me di vê behreya şer de pir hewl da ku em vê nêzîkatiyê pêşbixin. Di behreya şerê PKK’ê de roleke pir mezin a vê nêzîkbûnê heye. Ne ku em pir nezanbûn û xwedî hewleke kêm bûn; hûn ji me zêdetir xurt bûn. Ji her alî ve asta we ya pêşketinê hebû. Lê li gorî min weke ku we di van xalan de winda kirin, we şervanên xwe jî… Dev-Yol’î tê bîra min, şervanekî pir bi lez û bez bû. Gelo Yaşa Tak bû?

M.Sayın: Belê Yaşa Tak bû.

— Ji ber hatibû vê qada me. Nêzî çar sed endamên şerker jî kom bibûn. Zilamekî tam li gorî sîstemê bû. Jixwe dema çû Ewrûpayê jî, gotin ji xwe re Elmanek dîtiye çi? Ango hêmana dike sîxur a tê zanîn ew şemitandibû û li ser wî bandor kiribû. Û zilam çû. Ma niha di girtîgehê de ye?

M.Sayın: Na, Yaşa Tak tasfiye nebû.

— Na, ez dixwazim vê bibêjim; artêşa wî çû. Gerîlayî bû. Ew bi xwe jî ji Artvinê dihat. Hilweşiya!

M.Sayın: Hin hêmanên din bûn sedema hilweşandina wî.

— Lê rola vê têkiliyê jî pir mezin e. Bila bê lêkolînkirin, para vê jî pir mezin bû. Ango mijûlî û mijûlbûna wî çêbû. Helbet dîsa îdeayên wî hene. Ez nabêjim “xwe bi temamî înkar kir” fîlan. Lê çima di mercên Tirkiyê de nebû gerîlayekî bi nav û deng? Ev ji bo min girîng e û bandoreke girîng e. Eger em bi rojane yên me yan jî çepa Tirk îdare nekin, taybetmendiyên ku behreya wan a şerkeriyê didaqurtîne hene. Niha eger hûn ê ileh behsa hostatiyeke min bikin, wê demê pêwîst e hûn diyar bikin ku min ev pêkanî ye. Ez di têkiliyên jin û zilaman de, -di xwe de jî wisa me- di nava têkiliyeke pir cuda de me. Ez wan bi nêzîkatiyên ku di ti pirtûkên sosyalîst, teorîk de tune ne ve, ber bi şêwaza şerkirinê ve tînim. Yek ji vana nizanin ka çawa têne şerkirin. Heta nizanin ka çawa dimirin, çawa diçin şehadetê jî. Ev ji bo min hunerek e.

Weke ku min got jin; di şexsiyeta Zeynep Kınacıyan de pîroz bû, weke ku bû xweda. Lê heya duh hêmaneke pir ji rêzê ya wê sîstemê bû. Li bandorbûyîna wê binêre! Ku şervana salekî bû, lê ji pêşketinên ku di asta herî bilind de ne re bû çavkanî. Ew bi şêwaza min ve girêdayî ye. Jixwe dema hûn qisedanên wê bi awayek baldar binirxînin, hûn ê tavilê vê ferq bikin. Ya wê dikişîne vê çi ye? Sîstemeke pir hostayî heye. Ango çareseriya jin, jin zêdetir wisa di dest de…

Niha nakokiyeke wisa bi awayek pir berfireh dijîn. Jixwe heya vê nakokiyê çareser nekin jî ne gengaz e ku di sîstema min de bijîn. Wê li gorî çi bin û çawa bibin? Li gorî zilamên qlasîk rewşên wan ên wisa pir pêşketî, hene. Ez niha her roj darbeya kujîner li wê didim.

Dibêjin “Belê, lê wê demê em ê bibin li gorî çi?” Valetiyeke mezin çêdibe. Ev hin caran dibe sedem ku xwe biavêjin erdê. Nabe. Ji aliyê din ve bangawaziya wan a azadiyê pir bişemal e. Bi çekên ku berê qet nasnedikirin re hevdîtinê çêdikin. Bi vîna cewherîn, bi bîryara cewherîn re hevdîtinê çêdikin. Her çi qas çors be jî, wekheviyeke li gorî tedbîra ku me bi van zilaman re girtiye, heye. Ev ji wan re weke tişteke der baweriyê tê. Niha di her mercê de bi wî zilamê ku duhû gotineke xwe nedikir dudu re, wekhev e. Hinde caran ev têrê dike ku mirov wan bikişîne nava refên partiyê û wan bigre. Ma dibe têkilî zêdetir çêbibin? Li gorî ya berê dibêje, têkilî tune ye, lê wê demê divê ya nû çawa be? Ev di nava me de rê li ber zîndîbûyîna mejiyê jinê ya weke kevir lêhatiye, vedike. Mesela ev pir girîng e.

Ez bawerim te hinekî li vir asta hevalan dît. A rastîn pir asta pêşketinê îfade dike. Ji asta pêşketina xwandevanekî/e zankoyê zêdetir. Pêşketina hestên wan jî nikare biçûk bê dîtin. Mesela bi qasî ku ez dibînim şêwazê tevlîbûn û parvekirinê li gorî pîvanên Tirkiyê, pîvanên sîstemê tam di asta xwe pêşkêşkirinê de ye. Ango şêwaza xwe dayînê ya li gorî serdestê ku berê çêbûye. Zilamê serdest heye. Ez ji bo vê dibêjim; her tiştê we beriya vê bi sedsalan hatiye eyarkirin, ez ji we re nabêjim “tu zewiciyî fîlan”, tu beriya vê bi sedsalan hatiye zewicandin. Her tişt berê hatiye eyarkirin. Ên ku nû digihijin jî, tenê li gorî rêzikên vê diçin. Mîsoger wisa ye.

Ez vê xera dikim. Niha hin wêjevan, hunermend vê bi kedên sedsalan ve dikin. Me di heman demê de her tişt ji bo şer kir, em mecbûrbûn bikin. Ev weke ku zagoneke şoreşa Kurd e. Eger nebe, ti tiştek sernakeve. Niha bi rastî jî pirsgirêk wisa ye. Eger em zilam bi usula peşmergeyan bi jinê ve girê bidin, weke hûn dizanin peşmerge bûn hevkarên tam. Û yên ku hatine dizanin, tu bikujî jî tu nikarî pêşmergeyan ji sê rojan zêdetir di çiyan de bihêlî. Wekî din jî hemû xwedî zar û zêç in. Ne gengaz e ku tu wî bikî gerîlayiyek. Ev zagon, zagoneke civakî ye. Ev jî wan ber bi hevkariyeke mîsoger ve dibe. Hevkarî jî tê wateya tunebûna Kurd. Ev di me de bûyereke pir mezin e, em ê çawa bişkînin?

M.Sayın: Bûyereke pir mezin e. A rastîn pirsgirêk e. Piştî ev hizir çêbibin şûndetir, pir zehmet nabe ku bêne vê derê û bibin wekhev. Weke ku we jî diyar kiriye, heya astekê wekheviyek pêk tê. Va ye herî kêm çarçoveyeke hilgirtina çekê, razan û rabûna di heman cihê de, nîqaşkirin û ji hev ne tirsin û hwd. derdikeve holê.

— Lê ev ne her tişt e. Kêm e.

M.Sayın: Ne her tişt e. A piştî vê heye. Bi rastî jî pêwîst e ev şexsiyet werin guhertin û şexsiyetên nû bêne qezenckirin. Ez dihizirim ku wê bi hemû aliyên xwe ve yekser pêkneyê. Ango li gorî min şekilgirtina şexsiyet ji şekilgirtina civakî qût hizirandin, hizra dê şexsiyet di giravokan de çêbibin, wê ne hizrên rast bin. Lê tenê wê hin kes li gorî gelamperiya civakî di pozîsyona pêşketî de bin û wê bi saya pêşketina xwe jî civakê ber bi pêş ve bikişînin.

— Temam, tu dixwazî bibêjî ku ev ê di nava têkiliya pêşeng de pêk were. Ez ji we re mekanîzmeya vê vedibêjim, ku ev mekanîzma pir balkêştir e. Jin jî, zilam jî, dema têne sînora vî temenî, dixwazin li gorî zagona civakî teşe bidine xwe. Û qeyrana herî mezin jî wisa pêş ket. Wê demê ma min ev çawa çareser kir? Ez çawa hewl didim ku çareser bikim? Mekanîzma çi ye?

M.Sayın: Li gorî min jî em hema bêne ser vê mijarê.

— Ev pir girîng e. Kuştina zilam û zîndîkirina jinê, va ye tam di vê xalê de hewlek û plansaziyeke bêhempa dixwaze. Eger wê ileh behsa hostatiyeke min bê kirin, wê demê ji min bipirse ka “te çawa karî vê bikî?”

M.Sayın: Jixwe ji bo ku ez bikaribim vê pirsyarê pir bikim, loma vê vegotinê dikim. Ango zehmetiyek heye, xala ku min gotî ev bû; ev xebat hetanî vê derê hat, ji vê şûndetir jî pêşveçûna vê ya ber bi pêş ve heye, ev zehmetiyek e, ya duyemîn; li civakê belavkirina wê ye. Em nahizirin ku wê tevahî Kurd an jî di rewşa yekbûyîna şoreşan de tevahî Tirk bibin gerîla û derbikevin çiya, yan jî wê bigihijin vê mertebeyê. Ev erka funyê dibîne û wê tevahî civakê biteqîne. Lê wê niha çawa çalakiya teqîna tevahiya civakê pêk bê?

— Ku ev modeleke pêşeng e. Helbet ev tişteke ku baş tê fêmkirin e. Wê pêşeng jî pêk bê. Ez vê qebûl dikim.

M.Sayın: Va ye rewşeke we ya wisa heye. Li vir jiyaneke we ya xweser heye.

— Wê pir bi xweser be. Bi taybet jî ya min mecbûre pir xweser be. Min qasek berê vê jî got; di xwe de kuştina zilam, bûyereke pir bêhempa ye. Her ku diçe kuştina min a zilamê li der û dora xwe, bûyereke bêhempa ye. Eger wê jin tevlî vî karî û civakê bibin, pir girîng e ku mirov jinê bixe rêkeke wê. A rastîn ev karên pir mezin ên şoreşgerî ne. Kurd dikarin ji her kesê zêdetir şerkeriya çors bikin. Di cîhanê de kesek nikare ji me zêdetir zehmetiya xêzantî û birçitiyê bikişîne. Fedakarî û wêrekî tam e. Em di cîhanê de yê yekemîn in. Mesele ne ev e. Ev taybetmendiyên erêni ne û xurt in. Lê eger em wan ji wan re bihêlin, wê ev di xizmeta mêtîngeriya dijmin de pir baş werin bikaranîn. Tu dizanî, hêza mêtîngeriya Tirk jî ev e. Heta ji bo Almanan jî bikaranîna mirovên wisa derfeteke bêhempa ye. Ku dinirxînin. Ez vê pir zêde venakim.

Niha divê bikaribin ji bo xwe vê bikin. Mesela zilamê klasîk, tenê ji ber vê klasîkbûna xwe dibe kerekî tam, ne wisa? Bila cîhan bi qandî dixwaze lê siwar bibe, lê nabêje “ay”. Tenê ji bo rizgarkirina vî zilamtiya klasîk, her tiştê dike. Pêwîst e em vê xera bikin. Eger em bikaribin zilamê klasîk bikuj in, dibe pêşketinên pir girîng derbikevin holê. Girêdayîna bêhempa ya di jina Kurd de -ev jî zagoneke civakî ye- ango ew jî tenê ji bo rizgarkirina namûsê girêdayînê dide nîşandan, ku di xuyaniyê de ev bûyereke namûsê ye, lê belê tecrîteke bêhempa ye. Lê zagon ev e. Gelo ez ê çawa bikaribim van li bin guhê hev bixim û bihilweşînim, hem jî dema pêwîst dike ez hem girêdana girseyî, hem jî pêvajoya şoreşgerî bidim ber çavan? Li pêş têgihiştinên şaş bûyîna asteng…

M.Sayın: Helbet li vir rewşeke pir krîtîk ku li ser devê kêrê ye, heye.

— Derbasbûyîneke li ser pira Sıratê heye.

M.Sayın: Ango hin hizir dayîna pêş ne zehmet e. Lê behreya di polîtîkayê de heyî ew e ku mirov bikaribe van hizran bide pejirandin û bihêlibe ku wisa yan jî wiha bibe.

— Ez dikarim ji vê re bibêjim lîstok, lîstoka tiyatro an jî fîlmê sînemayê ya her timî jî. Ez tam lîstokekê dilîzim. Ez weke artîstekî mukemel bi wesf dikim. Ez rewşa me dişibînim tiyatroyeke ku her ku diçe meraqa wê zêde dibe, kûr dibe û balkêş dibe. Jixwe her ku diçe heyecan jî heye, ne wisa? Pêşketî ye. Di tevahiya cîhanê de jî bi kelecanî tê meraqkirin. Pêwendiya wê bi van nêzîkbûnan ve heye. Mesela her kes niha dipirse “Wê rewşa me bibe çi, wê ev qirkirin bibe çi, wê ev şêwaza jiyanê bibe çi?” Niha di vê sîstema ku min gotiye de cihê van hemûyan heye. Jixwe tu nikarî bi cureye din tolê ji vê civaka paşketî jî bigrî.

Mîsoger ev jin, ev zilam nehêjayî jiyankirinê ne. Û min her tim pirsî; şûna em wisa bin, em dikarin çawa wan bibin bixin? Sedemeke din a bû sebeb ku ez bîryara şer bigrim, ev e. Belê, tu dizanî ku berpirsyariya şer hilgirtin pir girîng e. Gelek heval nizanin ka min ev berpirsyarî çawa hilgirtiye. A rastîn ev bûyereke girîng e. Her kes nikare hilgire. Hûn wê dizanin. Dema Şêx Seyît dest bi serhildanê kiriye, heftiyekê li ber xwe nadaye. Dema têkiliya Barzanî bi Şaxê Îranê re qût dibe, ji bo ku bikaribe vî şerî rake, bîst û çar saetan li ber xwe nedaye. Lê ev bi salane ez bi tena serê xwe li ber xwe didim û zehmetiya vê dikişînim. Hem jî min ev bi mezinkirina şer ve bi ser xist.

M.Sayın: Gelek mirov bin dikevin û dirûxin. Ango weke ku di mînakan de hene, ev pir aşkere ye.

— Helbet wê birûxe, pirsgirêkeke pir giran e.

M.Sayın: Mirov di bûyerên hîn pir biçûktir de jî dirûxin.

— Helbet, di pevçûnên ji rêzê de jî dirûxin. Xwezî avaniya me hinekî ev fêmkiribûya û bizanibûyan ka berpirsyarî çi ye û parvekiribûna. Na! Her kes ji vê direve; weke ku min got, li hemberî tiştên herî zehmet li ber xwe didin, lê nikarin berpirsyariyê parve bikin. Min ev çima gotibû? Berpirsyariya şer…

M.Sayın: Me çawa belavî nava civakê dikir? Ango wê ev têkiliya ku tê çêkirin çawa di nava civakê de bê belavkirin, dê rêbaza belavkirina wê çi be? Dibe pêşxistina hin hizran ne zehmet be, lê dê ev çawa ji hêzbûna civakê re bê veguhertin û wê çawa gengaz bibe ku mirov têkiliya bi girseyê re ya li ser devê kêrê ye, biparîze? Me ji wê re bersiv hildiberand.

— Hilgirtina berpirsyariya şer, pir mezin e. Temam, em bibêjin bila ti kes wê berpirsyariyê fêm neke, ew karê me ye? Belê, min got kuşt in. Min dixwast ez di wê xalê de tiştekî bibêjim. Pir girînge ku mirov bîryara kuştinê bi her kesê bide girtin. Lê kuştina çi? Kuştina tiştên ku pêwîst nakê bêne jiyankirin. Tu dizanî, ev kar eger ez dînbûyam û hesta min a berpirsyariyê pir pêşneketibûya, wê nikarîbûya bihatibaya rêvebirin. Ma min dikarî şer pêşxistibûya? Min ê derbeyeke wisa bixwaribûya ku, ez ê ji zû ve tune bibûma. Tişta ku ez dixwazim bibêjim, dema ez di derbarê mirovan de bîryarê didim, ez pir tangav dibim. Ez di zanebûna berpirsyariyê de me. Bîryareke min ev bû. Şûna wisa bijîn, pêwîst e ev bimrin. Eger wê bijîn, wê demê divê çawa bijîn? Va ye min ew ji bo şer li vir hêdî hêdî rakirin ser lingan. Ji bo çi? Eger wê bijîn, jiyaneke ji mirinê kembaxtir didijîn û eger ku wê şer nekin, pêwîst e mirov wan tegez bikuj e. Mesela eger ev neyê serxistin, wê mirin jî pir bi xweşa min were. Herî kêm em ê bi mirinê ji vê şermê rizgar bibin. Eger dibêtiya jiyankirina van heye û wê bikaribin şer bikin, ev bi vê re pêwendîdar e. Dema bîryar tê dayîn, yek hizir jî ev e.

Weke ku min qasek beriya vê got, zilamtî di heman demê de îqtîdarperestî ye. Ez dinêrim, xweziya xwe bi vê tînin. Va ye ez tam jî di vê xalê de hewl didim ku mekanîzmayê xurt bikim. Zilamtiya xwe di bingehên rast de pêkanîn! Ez bihêsanî dikarim vê venerînê bikim. Ne tenê ji bo civaka me, ji bo tevahî civaka ku desthilatdariya zilam ser heye. Di têgîna zayend de taybetmendiyek heye. A rastîn kêm-zêde tevahî jin jî vê dizanin. Ne tişteke ku min ew hilberandî ye. Ez hewl didim cihê vê yê di polîtîkayê de hinekî aşkere danim holê. Îdareya zilam, bi taybet jî di civaka hatiye çewisandin de, li cihên ku taybetmendiyên wî yên dîktatoryal hene de, bi serdestiya zayendî ya li ser jinê ve pêwendîdar e. Mesela ev di rastiya me de balkêştir e. Zilamê me, tevahî tunebûyîna xwe, bêîqtîdarî û bêhêziya xwe bi hêza xwe ya li hemberî jinê ve dixe hevsengiyê. Li vir zilamtiya xwe…

M.Sayın: Li wir telafî dike.

— Belê, telafî dike. Mîzgîniya wê li wir dide, li wir dibe egîd. Tenê jineke jar heye. Ma li hemberî wê jinê, zilamtiya te dike çend qurûş? Min ev di temenê xwe yê pir biçûk de tespît kir. Va ye ev zilamtî pir xirab e, rewşa jina feqîr diyar e. Jixwe ez tirsiyam ku bibim zilamekî wisa. Jin jî ji vê re amade ye, jarbûn an jî fêlbaziya jinê jî di vir de ye; ji bilî gotina “zilamê min” ti tiştekî din nabêje. Beyî ku bizanibe dibêje “zilamê min!” Li gorî nêrîna wê zilam xweda ye, axayê wê ye, paşayê wê ye, begê wê ye, efendiyê wê ye û her tiştê wê ye. Lê zilamtiya te tune ye, bi kêrî tiştekî nayê. Dema tu li pişt eniyê lêbinêrî, ne ti tiştek e. Mîsoger naxwaze bibîne. Tevahî temenê xwe bi bîrdoziyeke zilamtiyê re nixumandiye. Û jin, li wir tune ye. Qelipî û çû.

M.Sayın: Ev bû rê. Êdî bi navê xwe hebûn, tune ye.

— Tevahî behreyên xwe dikuj e. Mesela min ev di keçên ciwan de dît. Bi taybet jî zilamekî hinekî kal! Ne di ferqê de ne ka çawa didin windakirin, çawa winda dibin. Ev tişt ji bo mirovekî ku di şêwazê min de ye, pir hêrsê çêdikin. Dikare bê gotin ku hinek li gorî kevneşopiya ne, dibe ev di civakê de çêbibin, lê ji ber giyana min hesas e, min nîşaneyek danî.

Ev şaş e! dema cihê wê bê ez ê hesabê wê bixwazim. Ev nabe. Lê va ye hûn jî dibînin ku vê dikin! Her kes dike. Wê demê ez ê jî li dij vê şer bikim. Mezinbûn çêbû. Zilam, ma tu dixwazî bibî zilam? Eger bi rastî jî tu dixwazî bibî zilam, wê ji bo te hin şartên min hebin. Qet pêwîst nake ku tu li hemberî jina evdal pesnên xwe bidî. Hûn dizanin, zeyendîtiya çors, tê wateya xwe tam weke xwediyê îqtîdarê dîtinê. Li gorî vê jî dahûrandina herî balkêş a zayendîtiyê, ev der e. Çima em di vê de encameke siyasî ya pir bixeter derdixin. Pêwîst e zayendîtî tişteke pir xwezayî be. Ez bawerim di vê de rola ezmûna ku min jiyaye girîng e. Li qebîleyeke Efrîqa binêre, tê de zeyendîtî bûyereke pir xwezayî ye.  Lê dema em ber bi rastiya me ya civakî ve tên, di jin de zayendîtî zagona destxistina mêr e; ‘Min zayendîtiya xwe da te, tu dê hetanî dawiyê li min binêrî’.

M.Sayın: Ti tişteke wê ya din tune ye, ma çi bike?

— Lê li vir fetîşizmeke tam heye, çelexwaritiyeke tam derdikeve holê.

M.Sayın: Li vir zilam hatiye çelexwerkirin. Mîsoger. Weke mal û milk ti tiştekî din nemaye.

— Jixwe ez dixwazim wê bêjim.

M.Sayın: Ji jinê re tenê tişta ku weke mal û milk hatiye hiştin ew e.

— Belê, wisa ye. Ne hêza wê, ne mal û milkê wê û ne jî zanebûna wê heye.

M.Sayın: Ji xwe rêxistinbûna wê ya civakî qet tune ye.

— Qet tune ye.

M.Sayın: Tenê ew maye. Ew jî bi wê çekê dilîze.

— Û weke berhema wê jî çend hep zarok. Tevahî cîhana wê ewqas e.

M.Sayın: Dîsa zarok ne yên dayîkê, ên bavê xwe ne.

— Belê, wisa ye. Ew pir nebaş hatiye xistin. Zilam di vê zayendîtiyê de fetisî ye. Di nava îqtîdariyeke sixte de ye, jin tişta ku divê weke tişteke herî xwezayî bê pêşkêşkirin jî weke malekê pêşkêş dike. Ez di vê watêyê de dibêjim; ti ferq di navbera kerxanê û mala taybet de tune ye. Bila ti kes şaş fêm neke, lê bi rastî jî wisa ye.

M.Sayın: Belê, belê.

— Rastiya wê cuda ye. Divê tu carekî li ser hesabê nekî. Tu dê weke malekê, weke gihiştina hev bikarneyînî. Yek dibêje “ez li ser te dibim serdest” yek dibêje “ez te bi vê bi xwe ve didim girêdan, te dikirim”. Tu dê wisa nêz nebî. Mixabin ku civak wisa bi hev ve kîlît bûye. Ku li ser vê jî her cureya durûtiyê, nêzîkbûnên mal-milk, bêhezkirinî, bê ehlaqiyên di her cureyê de, direw-merew têne kirin. Ne zilam e, lê weke zilam dixuye. Ne jin e, lê weke jinê dixuye. Van ez di temenekî biçûk de bandor kir im. Serhildana min ji vê re ye. Pêwîst e mirov vê pir baş bizane. A herî girîng jî, min hem dît, hem jî ev guneh nêzî xwe nekirin. Ev e, tişta ku her kes nikare bike, an jî ya ku min xwest ez di nava PKK’ê de pêşbixim ev e.

Şerkeriya PKK’ê, bi kuştina vî zilamî ve girêdayî ye. Baldar be, ev hinekî di vê wateyê de dimirin, şer dikin. Jin hinekî di vê wateyê de nêzîkbûnê dirûxîne û dibe leheng. Tişteke der baweriyê ye! Li holê bi hezaran mînakên wê hene. Ango ez vê ji bo ku bibe gotin, nabêjim. Û li gorî min bi rastî jî ev serkeftinek e. Şoreşeke mezin e û xebata ku di van salên dawiyê de herî zêde ez bi xwe ve dame girêdan ev xebat e. Û ez dikim sînorê serkeftinê bigrim.

M.Sayın: Jixwe we girtî ye. Li gorî min sir di wir de ye.

— Ango her çend hin kes aciz bibin û hêrs bibin jî…

M.Sayın: Ez dibînim ku ev gotin ji bo ku bibin gotinên xweşik, nehatine gotin. Ango min jî bi salan serê xwe li ser vê meseleyê êşand. Û min hewl da ku tiştên min jiyane analîz bikim.

— Baş e, baş e, tu pê re mijûlbûyî. Pir girîng e.

M.Sayın: Û rastî wisa ye. Eger em bi rastî jî çîna serdest hilweşînin, em bi mejiyê zilamtiyê re…

— Bi qandî qirûşekê jî nirxa wê tune ye.

M.Sayın: Em ê çîna desthilatdar danin ser îqtîdarê. Em ê çîna desthilatdar bi ser têkiliya xwe ya bi jinê re, bînin ser îqtîdarê.

— Ku ya li Rusya çêbû, ev bû.

M.Sayın: Bûyîna çîna desthilatdar, tenê di têkiliya milk de, di xwedîtiya milkê taybet de nîne, ên di nava me de hatine ser îqtîdarê, bi awayek ne pir ecêpmayî, pir hêsan, weke ku xwediyê milk in, gotina “heçku” bikaranîn û bi temamî weke ku xwediyê tasarûfê ne bikaranîn. Ango wê biketa bin milkên wan.

— Di şexsiyetên me yên sosyalîst de mîsoger hêrsa îqtîdarê ya çîna desthilatdar a bi sedsalan, di asteke girîng de heye. Ligel îqtîdarbûyîna lez, bi gotina “wê sosyalîzm piştre were” xwe dixapînin û dikevin nava nêzîkbûnên ji berê xetertir. Ji ber pêşketina îktîdarê ya bi bandora sosyalîst ve saxlem çêdibe jî, heye. Hûn dizanin, va ye kapîtalîzma dewletê, ev-ew û hwd. Ev ê nêzîkbûnê hîn bi xetertir bike. Li gorî min raveya keda we ya li ser demokrasiya sosyalîst jî ev e. Ji bo ku mirov ber bi wê ve biçe, divê ev tişta ku me kiriye bê kirin. Û ez vê hîn weke destpêkeke firehtir dihizirim. Ez niha hinekî din bi wêrektir li ser disekinim.

M.Sayın: Jixwe dema mirov dest bi vê dike, wê demê pirsgirêkên rasteqîn derdikevin pêşiya mirov. Berê li pêş me pirsgirêkên rastîn tune bûn. Ji ber nikare rastiya tiştekî qebûl bike, loma pirsgirêkên ku derdikevin pêşiya me pirsgirêkên weke pirsgirêkên di civakê de ne. Wê demê dê di nava civakê de belavbûna vê têkiliyê çawa be? Pir zehmet nabe ku mirov mirinê nîşanî mirovan bide, bibêje em ji bo armanceke diyar şer dikin û di wê eniya şer de wan fêrî cî girtinê bike. Ev di dîrokê de dûbare bû û me ev kir.

— Ev, bi xwe xapandinê re jî gengaz e.

M.Sayın: Netewên cur be cur ev kir in.

— Eger em wî wisa qebûl bikin, ev bêehlaqiyeke mezin e. Ango eger em mirina bi şêwazê kevnar ji mirov re layîq bibînin, wê her tişt ji dest biçe, wê sosyalîstî fîlan nemîne. Jixwe sedemeke girîng a windakirinê jî ev e. Min ji ber vê got; bi qandî raveya qebûlkirina mirinê heye, mecbûre raveyeke rast û girîng a qebûlkirina teşeyeke rast a jiyanê jî hebe. Helbet tu dê serê xwe li ser van biêşînî û va ye me got “partîbûyîn”. Hûn ê di serî de vê li partiyê, heta beriya wê jî bi çend kesên Rêber bidin pejirandin û cewherîkirin. Eger ev nebe, nabe. Tişta ku li gelek deveran nehatiye kirin û heta gelek partiyên ku serkeftin jî qezenc kirine nekiriye, ev e. Her tim hatiye gotin “wê sosyalîzm bê damezirandin piştî wê dê ev werin çareserkirin”. Berevajî ye, heta ev felaket e û şaşitiyeke mezin e. Tev di encama vê şaşitiyê de winda kirin û ji holê rabûn. Ez vekirî bibêjim; eger di van salên dawiyê de di PKK’ê de pêşketinek hebe û pêşketineke balkêş hebe, ev bi fêrkirina min a bi vê ve girêdayî ye. Min xeterî dît. Burokratbûna bilez û bi zimanên van desthilatdaran ve dest bi jiyanê kirin. Min got “bisekine” û ez pir hişk bi ser de çûm.

Bihizirin, em hîn nebûne dewlet fîlan. Eger em bibin dewlet, wê çi bela bê serê me? Wê hev bixwin. Tu niha dibêjî navenda PKK’ê, lê navenda wê pirsgirêkê. Min Cu. girtiye. Dê Cu. tu dê çawa bijî? Ka Cu. xwe bide nîşandan da ku em bibînin ka tu dê çawa li ber xwe bidî? Ka em binêrin Cu. sosyalîstekî çawa ye? Ji bo min pir girîng e. Weke navend, ango bi navê navend têne cem min. “An hûn ê birevin, an jî em ê tiştekî nîqaş bikin”. Û mîsoger di min de zorîtî tune ye. Ango ez ti tiştekî bi zorî bi mirovan nadim kirin. Eger biçin, ez ê rêzê nîşa wan bidim, lê eger dixwazin dewam bikin, ev jî lêhûrbûneke mezin dixwaze. Niha min hêmanê me yê din girte dest û nirxand. Rewşa hêmanê me yê din jî wiha ye; “Ê ku ji min hez neke, wê nikaribe bibe ti tiştek, ê ku ji min hez neke dijminê partiyê ye, ê ku ji min hezneke dijmin e”. Û wekî din jî malikê li yê jê hez neke xera dike. Ma ez mecbûrim ji te hez bikim? Na! Çima pêwîst e ez ji te hez bikim? Çima divê her kes ji te hez bike? Qet raveya wê tune ye. “Ê ku ji min hez neke dijmin e,  bila yê ji min heznake bimre”. Nizanim di wan stadyuman de…

M.Sayın: Bila yê ji min hezneke bimre.

— Belê. Ma di nava me de jî ev wisa derkete holê? A rastîn ev pêşketineke balkêş e.

M.Sayın: Lê ez bawerim hemantiyên ku li vir hatine avakirin, hene. Dema dibêje “bila yê ku ji min hez nake bimre”,wekheviyekê, hemanbûyînekê dixe navbera xwe û partiyê, navbera xwe û têkoşînê, navbera xwe û armancên sosyalîzmê.

— Vê ferq dike; pêşketinek heye, hilkişîneke mezin heye, bûyereke mezin a îqtîdarê derdikeve hole. Wê ew lêhûr bibe, wê pêşeng jî lêhûr bibe, navend jî hinekî mecbûre lêhûr bibe. Va ye ez jî hinekî lêhûr dibim. Ev jî hinakî sêwî mezin bûye. Li rex jiyana arîstokrat jî derbas bûye, bêriya wê jiyana arîstokrat kiriye, lê bi dest nexistiye. Di nava tola “ax, ka ez rojekê bihatibûyam ser wê ango bibûyam rêveber” de ye. Dema niha ev şexsiyet bi hêza PKK’ê û bi lêhûrbûna di PKK’ê de ye re rastî hev tê, bi wan tiştên ku ji tevahî zarokatiya xwe ve, heta di heft saliya xwe de, di zikê dayîka xwe de jê bêpar maye, bi azweriyeke mezin, heta bi çavkaniya azweriyê re ji xwe re dike mal. “Ez her tişt im”. Wisa dixuye ku pir bi min ve girêdayî ye, lê vê jî ji sedî sed ji bo hêzê bigre dike. Min ji bo wî jî qasek beriya vê got. Eger ku nêzîkbûn di bingeha girtina hêzê de bin, wê ne durist bin. Hem jî hêzê bi awayek bêhesap girtin.

Hûn dizanin, tê gotin qeşmertiya sultan. Ev pir bixeter e. Qutbek wisa pêşdikeve. Qutbek jî hîn ne di ferqa rastiyê de ye. Hêz çi ye, wesfa hêzê çi ye, hêz çawa çêbû? Mesela di rastiya Rêbertiya PKK’ê de lêhûrbûneke hêzê heye. Di vê de bîrdozî heye, pratîkeke mezin, mekanîzma heye, min qasek beriya vê got; tu dê di nava vê hêzê de wekheviyê çawa fêm bikî? Tu dê wekheviya jin-zilam çawa fêm bikî, tu dê parvekirinê çawa fêm bikî, tu dê hezkirinê çawa fêm bikî? Tev bi serê xwe bi qandî bergên pirtûka ne. Wê navend niha vê fêm bike. Hêza wan têra fêmkirina vê nake, têne pêşberî vê û şaşo maşo dibin. Va ye nikarin bibin, nikare xiyanetê jî bike. An jî wê pir ferdparêz be. Helbet hêza wî têra vê jî nake. Diceribînin, pir diceribînin, lê nabe. Û bi vî rengî ev kar tê wateya têkoşîneke mezin. Û pêwîst e jî. Rewşa di partiya Rus de û di gelek partiyên din de tunebû, ev e. Ez vê dikişkişînim û dikim girêka kor. Ez aşkere bibêjim; “an ev ê wisa be, yan jî ev wê bi min re têkeve binê axê”.

Ji ber em nikarin xirabiyekê li ser serê civakê rabikin û yeke din serdest bikin. Na em nikarin wisa li civakê bikin. Ev ê bibe bêehlaqiya tam. Ez li dijî vê jî dikim xwe destnedayî bikim. Eger ez sernekevim, bila her kes bizanibe ku; min heya nefesa xwe ya dawiyê şerê vê yê mezin daye. Wê lêbikolin. Eger bi rastî jî kadroyên wê yên wisa hebin, aşkereye ku ev ê ji min zêdetir şer bikin. Ku mînakên wê jî derdikevin holê; mînakên jin, mînakên zilam niha ji min zêdetir biwêrek û fedakar in. Ango ya rastîn di vê wateyê de sîstem hatiye pêşxistin. Belê, bi pevçûnê çêdibe û wê bi pevçûnê çêbibe. Şerê îqtîdarê ne tenê di nava PKK’ê de, heya di nav mejî û dilê kadroyên PKK’ê de jî hatiye çandin.  Ez bi xwe re ew qas jiyan dikim. Niha ya di sîstemên din de nîne ev e. Û eger em ê îleh bibêjin nûbûnek; nûbûnê xwe bi lêhûrbûneke wisa ve danî holê. Li gorî min divê hîn jî dewam bike. Divê kesek nebêje “çima wisa dibe. Divê em bisekinînin”.

M.Sayın: Eger mirov wisa bibêje, ev dibe vale derxistina tevahî kedê. Ango dibe serkeftineke klas bê qezenckirin. Hûn jî dikarin şerê mêtingeriyê bigihînin serkeftinê. Gengaz e. Ji bo ku şerên mêtîngeriyê bêne qezenckirin, ileh pêwîst nake ev tiştên ku me gotine hebin. Şerên mêtîngeriyê yên hatine qezenckirin hene, lê windakirina pêşerojê jî heye. Ango eger ev serkeftina hatiye qezenckirin di xwe de têkiliyên ku vê serkeftinê veguhezine pêşerojê nehewîne, wê rê li ber windahiyên ku em di rewşa gelên din de dibînin, veke.

— Niha ev taybetmendiyên yekûn e. Me diyar kir. Va ye encamên mezinbûna M. Kemal diyar e. Helbet em ê temamî di ferqa van de bin. Ango ez di vê wateyê de tenê ji bo netewekê nabêjim. Jixwe me her tim got; em şoreşê tenê ji bo netewekê çênakin, lê ji ber bi awayekî herî hêsan şoreş dikare di nava vî gelî de bê kirin, me ev weke ceribandinekê girtiye dest. Lê ev mîsoger humanîzmeyeke di asta herî jor de esas girtin e. Ez vê weke felsefeyeke jiyanê, şêwazeke jiyanê dibînim. Ji bo min çêbûn an çûnebûna wê ya ji bo netewekê, qet ne girîng e. Ji hêla min ve mecbûre ji bo tevahî mirovan wisa be.

M.Sayın: Venêrîna rastîn a enternasyonalîst jî ev e. Encama mecbûriyeta sîstembûyîna hizran jî, ev e. Eger em di cihekî wê de hizrê neşkînin, encama wê ya mecbûrî jî ev e.

— Mecbûre wisa bê fêmkirin. Va ye ev Pakîstanî hatiye, bi ji yê Tirkiyê re hatiye, Kurdistaniyê Başûr hatiye, di navbera wan de ti ferqek tune ye. Hemûyan pir eleqeder dike. Di heman astê de eleqeder dike. Wesfa enternasyonal-civakî ya şoreşê, bi rastî jî ji wesfa vê ya netewî û siyasî girîngtir e. Em vê bi temamî ferq dikin. Ez bawerim niha vegotina vê ya “kuştina zilam” têra vê dike. Navê wê wisa lê bike. Min qebûl e. Gelo ji bilî vê aliyekê din ê hîn balkêştir çi bû?

M.Sayın: Beriya em werin ser nirxandina aliyê balkêş, ez girîng dibînim ku li ser tişteke wisa were sekinandin. Em dibêjin em ê hem mirov bidin jiyîn -di jinê de bi teşeyeke hîn cudatir- hem jî wê xwezayî be. Bikaranîna rayên kesî yên ku leşkeriyê jî bi xwe re tîne, heye. Ango fermandarî…

— Li gel xwe hildigire.

M.Sayın: Helbet di kêliya operasyonê de nîqaşa “ferman dayînê” çênabe. Ne wextê nîqaşkirinê heye, ne jî mercên wê. Divê nîşaneke çav têrê bike, nîşaneke tilî têrê bike. Xala ku em niha nîqaş bikin ne ev e. Lê em ê çawa fêmbikin ka ev têkilî serê tişteke din dinixumîne yan na, mîsoger dibe binixumîne, lê em dikarin çawa vê nixumandinê asteng bikin, hûn ji bo vê çi dikin? Gelo min karî derdê xwe vebibêjim?

— Ango em ê çawa rêgeza demokrasiyê bidin meşandin û pêkanîn.

M.Sayın: Belê. Ango dibe rêgeza demokrasiya di nava têkiliya emîr-komuta ya mirovê bûye kole de bê veşartin. Gelo tu çawa dikarî vê asteng bikî? Pirsyareke din jî; dibe teşeyên demokrasiya biteşeyî hebin. Hûn dikarin fermandaran hilbijêrin. Dibe bi endamên ku li derveyî operasyênê mayîne re jî, nîqaş bêne kirin.

— Lê  bi wê nikare bê çareserkirin.

M.Sayın: Lê giyana vê çawa tê pêkanîn?

— Bi taybet pêkanîna giyan û mekanîzmeya wê pir girîng e. A rastîn beriya wê jî divê mirov pir baş li wê têgînê binêre. Ango va ye eger em ê bibêjin demokrasî li gorî zanistê di Yewnanîstanê de îdareya gel e, eger em hîn şênbertir bibin; di van deman de zalîm hene, ez bawerim pir diçewisînin. Gel radibe serhildanê, despotan gêr dikin. Bi qasî texmîn dikim ev dibe demokrasî.

M.Sayın: Kevneşopiyên civaka Komînal hene. Ango ev kevneşopî di nava wî gelî de di dijî.

— Lê otokrasî ye, olîgarşiye çi ye, di nava rêveberiya despot de…

M.Sayın: Tev hene. Ango hin hêz erkê li dijî gel dixin destên xwe û despotiya xwe ava dikin. Bi taybet jî vê li dijî gelê ku dixwaze çarenûsa xwe diyar bike, dikin.

— Lê di kîjan demê de?

M.Sayın: Lê ew dikare yekser derbasî nava serhildanê bibe.

— Di xwe de nakokiyekê jî dihilgire. Ji ber îdare, navê wê jî li sere, tê wateya otorîteyekê. Pêwîst e mirov demokrasî û otorîte tevlîhev neke. Pêwîst e mirov ji têgîna otorîteyê re vekirî be. Dij-demokrasîtiya ku têgîna otorîteyê dejenere dike çi ye? Pêwîst e mirov vê ronahî bike. Li gorî min rêveberiyeke yek kesî jî, bi hêsanî dikare bibe demokrasî yan jî herî kêm ji vê re xizmetê bike. Lê qaşo piranîparêzî heye, lê dekbazî heye, ku tevan li tiliya xwe badide. Ew jî pir bi hêsanî dikare bibe xeteriya îqtîdara demogojîk a demokrasiyê.

M.Sayın: Dema em li civakên burjûva dinêrin em dibînin ku demokrasî heye, lê tişta serxistine valekirina wê ya ji giyan e. Ango li şûna wê qeşmertiya yek kesî, dîsa çînek bi tena serê xwe heye; tevî partî û komcivakên wê yên cur be cur hene jî, ew civak tev…

— Ew ne demokrasî, demagojî ye.

M.Sayın: Gengaz dibe ku civakê li derdora berjewendiyên xwe bizivirîne.

— Demogojî ye. Ez bi qandî texmîn dikim navê tîpîk didine vê. Dema li hemberî vê vîna yek kesê derbasdar dibe, wê demê dikare behsa demokrasiyê bê kirin. Ez dixwazim wê bibêjim. Demokrasî ileh ne hilbijartin e, ileh ne partiyên zêde ne.

M.Sayın: Mirov dikare bêje ‘tenê’. Di gotina tenê de sûd heye. Dema li cihekî azadiya mirov a xwe rêxistinkirinê ji holê rabû, li wir hizirîna pêşketineke navarokê zehmet e. Tişteke wisa tune ye ku, demokrasî ileh li cihê rêxistin lê heye, hebe. Weke ku em îro dibînin, mirov dikare enerjiya xwe biherikîne nava tiştên din. Lê di rewşa ku ew gel li holê rabûye de jî, demokrasî nikare bijî.

— Niha vê jî bi aşkereyî wisa pênase dike. Bi qandî gel bihizire bila bihizire, bi qandî rêxistin bike bila bike. Li gorî min eger vê wisa bi nav bike, wê bes be. Tu dê sînor nedeynî, bi qasî bikare bihizire bila bihizire, dema pêdivî bi rêxistinê dît, bila birêxistin bibe. A ku vê birêkûpêk bike wê partiyek be, yan pir partî bin, an kesek be, an jî saziyek be, ev di rêza duyemîn de dimîne û ew qas jî ne girîng in. Eger em ewlehiyeke wisa bidin, em ê şartê bingehîn ê demokrasiyê bi cih bînin. Ji lewra hemû tiştên ku em ê li vir, di nava refên xwe de lê hişyar bibin ev formul û pênaseyên wê ne. Ez dibêjim “bi qasî tu dikarî bihizire”, hewl tê dayîn ku ev di nava partiyê de jî bê serdestkirin. Û bi qasî ku hûn dikarin xwe birêxistin bikin.

Niha li pêş vê astengî tune ne. Ji lewre di me de hewl tê dayîn ku rêgeza demokrasiyê ya li gorî vê were rêvebirin. Ê li vir asteng e, kes bi xwe ye. Ango li gorî min pêşnexistina rêxistin û hizir, pêşnexistina demokrasiyê ye. Pirsgirêk ev e. Li vir şêwazê min pir girîng e. Tu dizanî ev gelê ku zimanê wî hatiye birîn, bi gotineke din zimanê çiyayîyan, ango zimanê tuneyî.

M.Sayın: Belê.

— Bingeha demokrasiyê bi şarta ziman ve girêdayî ye. Eger te di şexsê milyonan de zimanê vî gelê vekiribe, tu demokratî, ku ev demokratbûna herî mezin e. Pêwîst e ev di dev de neyê anîn û birin. Va ye Kurd niha diaxive, bisazî dibe. Ev ji bo demokrasiyê gavên dilnizm in. Ev yek. Ango di warê mercên kêmtirîn de. Helbet ji demokrasiyê re hizreke hîn pêşketîtîr pêwîst e. Hizra azadiyê, hizra îqtîdara gel pêwîst e, hizra partiyê pêwîst e. Dibe hilbijartin jî pêwîst be. Heta şer jî pêwîst in. A rastîn şerê ku em didin meşandin, şerê demokrasiyê ye. Ji ber dijminekî ku dixwaze zimanê te bibire heye, faşîzm heye. Rêxistin, çand û heta şêwazê îfadeya jiyana te qedexe dike. Niha şerekî pir mezin ê demokrasiyê heye. Niha dikare bê gotin ku şerê Kurd, şerekî herî mezin ê demokrasiyê ye. Em bi giştî dibêjin şerê Rizgariya Neteweyî.

M.Sayın: Ez li vir tiştekî diyar bikim; eger we ev hizir neparastibûya jî, min ê piştevaniya xwe ya ji we re dewam kiribûya. Ji ber ji bo gelek bikaribe gotina xwe bibêje şerekî ku tê meşandin heye, ev bi xwe demokrasî ye. 

— Mîsoger demokrasiyek e.

M.Sayın: Ango ev tenê ne ji bo we demokrasiyek e, ji bo me jî demokrasî ye.

— Ez ê werim ser vê mijarê, helbet eger zimanê gelê Tirk jî li dijî vê dij-demokrasiya mezin nebe, ew jî dûrî demokrasiyê ye. Zimanê gelekî wisa bi zîncîran girêdayîn dide nîşan ku ev şêwazekî cewaz ê bi zîncîran girêdayîna zimanê gelên din e.

M.Sayın: Ev mekanîzma ji bo we biçewisînin ji mecbûrî hatin çêkirin, lê li ser gelê Tirk jî hatin bikaranîn.

— Belê, wisa ye.

M.Sayın: Bîrdoziya ku ayîdê wî ye, bîrdoziya ku ayîdê bêdengkirina we ye, weke nîrekî dixin serê gelê Tirk û karkerên wê.

— Ew pir zelal e. Ji ber wê, weke ku em her tim jî dibêjin, şerê mezin ê demokrasiyê, şerê demokrasiya gelê Tirke jî. Di vê de jî ti caran fikarên me çênebûn. Ez ê neyêm vê jî. Ez ê werim ser dîktatoriya xwe, demokratbûna xwe.

M.Sayın: Di vê navberê de ka hûn hinekî vêbibêjin da ku ez jî hinekî birûnim.

— Helbet tu birûne, tu şervanekî westiya yî, tu nikarî li ber xwe bidî.

M.Sayın: Ez ne fermandarê gerîla me.

— Eger mirov baldar be; niha wêdatirî daxwaza min, gel ji bo min dirûşmeyan dibêje. Ango ne pareyên ku ez belav dikim hene, ne jî rewşeke min a tirs belavkirinê. Pir girînge ku ev li Ewrûpa wisa pêşdikeve. Her çend ez bi tena xwe jî bim, gel xwedî li min derdikeve, ev xwedî derketina gel mîsoger pêwîstiya demokrasiyê ye. Ji ber min mîsoger ne got sekna me tenê rê li ber vebûna zimanê gel û vejîna çanda gel vedike, em pir bi plan û bizane dimeşînin. Di rastiyê de pêwîst e weke otorîteyeke pir mezin a demokrasiyê were fêmkirin. Jixwe ez hêza xwe jî ji vir digirim. Di bingeh de, ji gel digirim.

Helbet temsîlkirina me ya gel û xistina rêka wê ya rast, demokratbûn e. Ji ku derê ve tê nêrîn bila bê nêrîn, vegotineke din a demokrasiyê ne mîsoger e. Ez dikarim ji derveyî vê kengî bibim dîktator? Dema ez li pêş bilindbûyîna gel bûm asteng, li pêş çalakî û xwe aşkerekirina gel bûm asteng, hingê dikarim bibim dîktator. Ji xwe dema ez şerê demokrasiyê wisa bibehre nedim, ez ê yekser bikevim. Lê dema ez pir xurtbim, ez ê beşeke teng bigrim rex xwe, va ye burokrasiya partiyekê, navendeke partiyekê weke “em li wir gel bidin bêdengkirin, rêxistinê li wê derê bisînor bikin, azadiya îfadeyê li wir bisînor bikin, em ji fîlan derê re qedexeyan bînin” ev dij demokrasiyê ye. Lê niha di bûyera PKK’ê de şerekî mezin ê demokrasiyê, hem di nava rêxistinê de, hem jî di nava gel de, heye. Li gorî min hûn vê ji bo xwe bibînin û binirxînin. Ji bo me ji bûyîna mijara rexneyekê, ji nirxandinekê zêdetir, a girîng ev e; gelo em dikarin fêm bikin, em dikarin ji xwe re hinekî bigrin?

Ez dûbare bibêjim; ev ciwan jî di nav de, wan heya duhû jî nedikarîn du gotinan bînin cem hev û biaxivin. Niha eger ev leşkertiyê dikin û siyasetê dimeşînin, ev demokratbûyîneke pir mezin e. A rastî şerê kadro û kes, xwe anîna rewşa hêzeke çalakiyê ya wisa ye. Hûn dibêjin demokrasî, ev qezenkirina ziman, rêxistin, xet û hêza bîryarê ya gel e. Eger ev ciwan jî xwe herî kêm weke şervanekê/î dibînin, PKK temamî demokrat e. Çima xwe li gorî daxwaza gelekî rêxistin kirin e, xwe bi qasî şer bikin xurtkirin e? Loma divê mirov bizanibe ku ev artêşbûn jî, artêşbûneke demokratbûyînê ye. Şerê ku di nava partiyê de di vê bingehê de tê meşandin jî, şerê demokrasiyê ye. Li hemberî wê taxim û şexsiyet hene. Min qasek beriya vê ji we re got, ezezîgeriyeke teqez ferz dikin. Têgînên herî zêde di raporên Botanê de hatine bikaranîn, “çewisîner e, tasarûfvan e”. Di wateya ferdî de dimîne.

Me ev têgîn pêşxistin; me got ne tasarûfvanî û çewisînerî, lê parvekarî. Dikeve nakokiyê. Fermandar weke xwezaya kar, her tim dixwaze biçewisîne, lê wê şervan jî her tim hinekî azadiyê bixwaze. Em di nava yekbûyînekê de fermandar wisa dikin çavkaniya otorîteyeke rast û şervan jî ji rewşa koleyan de derdixin û tînin rewşa şervanên azadiyê. Em vê pêşketinê hinekî wisa di nava yekbûneke diyalektîk de qezenc dikin. Loma nikare bê biçûk dîtin. Jixwe eger ev rastî nebaya, ne wê PKK weke rêxistineke niha wisa birêve biçûya û ne jî wê gel wisa bi israr şopandibûya. Ango rêgeza demokrasiyê ji ya tê hesibandin berfirehtir e. Ez dixwazim hûn mekanîzmeya wê fêm bikin. Di vê mijarê de jî hewleke min a pir mezin heye. Ez di pratîkê de jî pratîkvanekî pir xurt im. Ji bo bi taybet jî her tim girêdana gel bê çêkirin, niha yek jî ji şerên mezin; qûtkirina ferzkariyên di nava rêxistinê de ne, ev jî kêm zêde pêşdikeve.

Hem hebûna jinê, him jî artêşbûna di gerîla de, hêmaneke pir mezin a demokratkirinê ye. Eger hebe azadiyeke jinê, gotineke Markse jî, wiha dibêje; “Asta azadiya jinê, asta azadiya civakê ye”. Hebûna jinê di nava gerîla de pir girîng e. Eger kesek bi zorî nêzî wê nabe, ev asta azadiyê ye. Krîtera bingehîn a di vê bingehê de, mînak em li tevgera Efgan Talîban binêrin, weke ku jin nîne, ên di nava tevahî qadên civakê de jî xistine nava malê.

M.Sayın: Li mitfaxê didin xebitandin.

— Jin hêmaneke zayendîtiyeke çors e û yeke wisa ye ku di mitfaxê de tê bikaranîn. Di me de ne wisa ye, berevajiya vê ye. Tu gerîlayên Afgan û yên me bîne cem hev, wê dîmeneke pir balkêş derbikeve holê. Dema em dibêjin ‘em di heman erdnîgariya Rojhilata Navîn de bi van re dijîn û em hêza herî mezin a demokrasiyê ne’, ez qala vê dikim. Pir girîng e. Jinên gerîla li dijî vê sîstema civakî û vê desthilatdariya zilam di nava refên partiyê de ragirtin, rêka demokratbûnê ye. Bi taybet jî dema gihişte vîn û hêza cewherîn, dema li xwe hizirî û bîryarên xwe girt, gelek hewlên wê yên siyasî-leşkerî çêbûn û pêşket, ev demokrasiyeke tam e. Em li hemberî wan baldarin. Şivan hene. Em bibêjin ku ew jî di hejmareke pir de fermandar in. Hevsengiya vê jî tê çêkirin. Ez bi taybet vê modela demokrasiyê ya xweşik li dij bandorên sîstemê pêşdixînim.

Eger neyê dejenerekirin; bi rastî jî di asta PKK’ê û di serdema Rojhilata Navîn de, ezmûneke demokrasiyê ya ku neyê biçûk dîtin, mijara gotinê ye. Dewlet dixwazin ku vê weke tedbîr asteng bikin. Heta Îran, heta ew der-ev der dibêjin; pêşveçûna jinê zagonên me tangav dike. Girtin çêdibin, lê em ê zêdetir pêşbixin. Pêwîst e mirov ji nirxandina jinê ya weke pîvana sereke ya demokrasiyê netirse. Ev ji bo demokratîkbûna zilam jî wisa ye. Dîsa ev ji bo kasta civakê û sîstem demokratîk bibe jî girîng e. Ji bo ku demokratîkbûna wan girîng e. Bi kinasî bersiva pirsyara we ya “wê di bûyera PKK’ê de û di Rojhilata Navîn de pêşketina demokrasiyê çawa bibe”, ev e. Em ne mecbûrin demokrasiya sosyalîst fêm bikin, nizanim pêwîstiyên wê binin cî. Me ew bi xwe re weke teorîk nîqaş kir, em naxwazin pir bikûranî li ser binirxînin. Pêwîst e otorîterbûn çêbibe, lê divê ti car mirov nebe îqtîdareke wisa.

Di vê mijarê de weke ku di Sosyalîzma Pêkhatî de jî heye, em pir bi rêgez in û pratîkeka me jî li gorî vê pêşdikeve. Ez dixwazim diyar bikim ku ji hîn niha ve tedbîrên temirandina partiyê û dewletê têne girtin. Em pir ji amûra partiyê hez nakin, ji otorîteyê jî hez nakin. Ji bo min pêwîstî bi otorîteyeke li gorî pêwîstiya kar a rojane heye. Em vê pêwîst dibînin. Eger pêwîst be, bila li gorî pêdivî û pêşketinê bibe otorîte, bila bibe partî, fermandar. Na tu dibêjî amûr e, wê hema bibin burokrat û wê dev jê neberdin.

M.Sayın: Ma tişteke wisa di vir de tune ye, ango ji aliyê afirandina otorîteyê de destlêwerdana gel û bi taybet jî venêrîna wê otorîteyê ya ji aliyê gel ve. Ma pêwîst nake ku mirov li hemberî vê baldar be?

— Jixwe venêrîn pir e. Li gorî ku agahî didine min, pêwîst e pêşxistina gel, bibe xebateke bingehîn a divê were pêşxistin. Lê ev jî bi çi dibe? Bi xurtkirina gel ve, tu dê partî biçûk nebînî û gel mezin bikî. Loma tu dê ji bo vê ziman û hêza hizirandinê ya gel pêşbixî. Pêwîst e gel bêdeng nemîne. Heta pêwîst e gel xwe jorî partiyê bibîne. Ev pir girîng e. Ev li Rusyayê çênebû. Partî her tişt bû, gel ne ti tiştek bû.

M.Sayın: Ango em dikarin têgîneke wisa pêşbixînin; partî amûreke di xizmeta gel de ye.

— Heta li gorî min…

M.Sayın: Ango pêwîst e partî jî wisa tevbigere.

— Pêwîst e em dewletê jî bixin navê. Pêwîst e em ne tenê weke amûrekê bibînin, di heman demê de wê ji holê rakin û biçûk bibînin. Ev amûr çi ye, pêwîst e ku dera wê xirabûyî be em hema perçe bikin. Ku dera wê kêrnehatî be, pêwîst e em biavêjin sergoya dîrokê. Ango berevajiya vê di Tirkan de heye. Dewlet pîroz e; dewlet bav e. Ev dij-demokratîkbûne û vê dewletê hov û biçûk bibînin. Pêwîst e. Eger pîs jî be, pêwîst e em vê amûrê bikarbînin. Ji ber pêwîst e mirov ji goşekê biçe goşaya din û wisa derbasdar nêz bibe. Heman nêzîkbûn ji bo partiyê jî derbasdare. Ango eger te ev organ mîsoger kirin, ev bi xeter e. Pêwîst e şûna vê mirov bê pêşxistin, civakîbûna wê bê pêşxistin û di nava sîstema civakî de jî gel bê pêşxistin. Mirov dikare wisa derbasî demokrasiya sosylîst bibe. Hevalê Mahîr, ez bawerim ev tune ye. Eger dixwazin xalên din ên balkêştir bînin ziman, ez dikarim wê jî binirxînim. Keç jî dikarin biaxivin.

We niha em guhdar kirin. Min di derbarê çarenûsa we de, nirxandinên pir girîng kir in. Ku hem hûn mecbûrin baş fêmbikin, hem jî li gorî xwe rol bidene xwe û ji xwe re bidin nasandin. Weke ku min got; min li vir di derbarê jiyana we de nirxandinên pir girîng kir in. Xwe di nava asta xwe ya eleqeyê de dîtin, dikare hêza we ya jiyanî zêde bike. Ez aşkere bibêjim; eger hûn bi feraseta klasîk nêzî me bibin, ku we dît ka hûn çi mal in, mîsoger hûn ê nikaribin zilamekî wisa bibînin. Ev rêgezek e. Dibe hûn bibêjin em dikarin bêrêzikiyan bikin an jî em baş dizanin ka em ê çi bikin. Wê demê ez ê bibêjim we ez û em fêm nekirine. Hûn ê xwe bixapînin û pir zehmetiyan bikişînin. Me ji we re vekir û da nîşandin ku ev zilamtî û jintî pir paşketî ye. A rastîn hûn di ferqê de ne, dibe li gorî zilaman rewşa we baştir be. Lê li gorî min ev tenê destpêka kar e. Em di ferqê de ne ku me tişteke zehmet daniye pêşiya we. Çi ye? Me hûn xistine nav hilkişandina ser serê çiyayê Agirî. Hilkişe ser îqtîdarê, ji bo wê rêxistinê çêbik e, hilkişe ser şer, ji bo wê zimanê xwe bide axaftin û ji bo wê xwe bike agir.

Va ye bûyera Zeynep Kınacıyan ev e. Xwe kir bûyereke pir mezin. Li bersiva ku ji bangawaziyê re dayiye binêre! Em bêjin, ev sembola herî mezin e. Mînakên wê yên din jî hene. Encamên pir dîrokî ku divê em ji wê derbixin, hene. Jixwe Zeynep bi xwe gotiye. Tiştên ku lehnet dike, li dij derdikeve û dixwaze, pir zelal in. Ev ne gotinên ku neyên cidî girtinin jî. Ji ber çalakiya herî mezin a dîrokê pêk anî. Di serî de pêwîste hûn jî pêwîstiyên vê hetanî hestûyên xwe hîs bikin. Eger hûn hîs nekin wê çi bibe?

Ez birêxistî me, ji bo min wasiyet kiriye. Ev wasiyet ne ji wê û vî re kiriye, ji min re kiriye. Helbet ji ber ez jî rêzdar im, ez mecbûrim pêwîstiyên wê bicih bînim. Her gotineke wê ji bo min fermanek e. Hûn nikarin vê bi min bidin înkarkirin. Hûn nikarin bi min nedin pêkanîn jî, ji ber eger ez mirovbim, ez ê pêwîstiyên vê mirova ku ev lehengî bi bikaranîna navê min re daye nîşandan, bînim cî û tişta pêwîst bikim. Ez ê hem bihizirim û hem jî pêwîstiya wê bînim cî. Jixwe dema dibêje “wê Rêbertî tişta pêwîst bike” jî vê dibêje “tu dê hem pir baş bihizirî, hem pêkbînî, hem me bikî artêşa jin, hem jî wisa bidî şerkir in. Ez xwe wisa dikim, lê tu dê ya mayî jî wisa temam bikî”. Wisa ye. Hûn ê nebêjin me fêm nekir, nebihîst. Eger hûn bibêjin, hûn ê bi lehnetê re bêne rûbirû. Tu dê nebêjî “Ma ev li me tê kirin, me hûn wisa nasnekiribûn!” Na, her tişt tê kirin û hûn jî me binasin.

Ên muhtacî nasînê ne, hûn in. Jixwe cîhana me jî ne ew cîhaneke ku bê nivîsandine, cîhaneke pîs e. Hûn pir hatine xapandin û we xwe pir xapandî ye. Ez bi zorî li rûyê we dinêrim. Her çend em eleqedarî didin nîşandan jî, lê ez vekirî bibêjim; eger şerekî mezin tunebûya, girtina nava refan li aliyekî, pêwîst bû me hûn daliqandibana. Şerê jin, şerê di oxura jinê de, ne karekî wisa hêsan e. Bila ti kes şaş fêm neke û wisa nêz nebe; “jin jina min e, malê min e, ez ê di oxura wê de wisa şer bikim” ev zagona Kurdên kevn e. Jixwe me dev ji vî şerî berda.

Em şerê jinê hinekî din cudatir digirin dest. Pênaseya min a jinê çi ye? Beriya her tiştî divê hûn xwedî dilekî mezin bin. Welat ji dest çûye, azadî, şexsiyet, nasname, rêxistin, şer û heta nan jî tune ye. Eger jin a te be, wê bike çend qurûş, zilam ê te be wê bike çend qurûş? Binesaziya kar bi erdî ve bûye yek, ma hûn ê xwe bigrin ku jiyaneke wisa bijîn? Ma rewşeke we heye ku mirov ji we re bibêje “merheba”? Ezmûneke min a din e, hûn bawer bikin ku heya ez şer nekim, ez nikarim li rûyê yek jinê jî binêrim. Min kengî dest bi qezenckirina vê hêzê kir? Dema min zanî ez şer bikim. Û dema min dest bi şerê ji bo jinê kir, wê demê min dest bi eleqedarbûna bi jinê re kir. Ji ber tu şer dikî, ked didî.

Weke mafdar tu dikarî tiştekî ku ji bo wê ked didî, bikî malê xwe. Pêşketin, nêzîkbûn û têkilî dikarin bi kedê ve werin afirandin. Şêwaz wisa ye. Ti zilam nikarin wisa li ser a amade birûnin. Mînak; dema min xwest ez di civakê de li ser a amade birûnim, wisa pir pêdiviya min pê nebû. Rewşeke min a ku ez bibêjim mal û milkê mine jî, tune bû. Min dizanî ka ev ji çi re rê vedike. Ez bi rastiyê re pir nebaş rastî hev hatim. Jin, metaya ku pir zêde hatiye pêşxistin e. Jin ne tenê weke teşeya civakî, di nava teşeya tevahî civakê dê anîne rewşa metaya hesas û herî zirav. Dema te ev bidest xist, tu dê gelek tiştan winda bikî. Me qasek beriya vê hewl da ku em hinekê vê dahûrînin. Pêwîst e mijar tenê bi rengê çors neyê destgirtin. Pêwîst e êdî jin jî xwe weke metayeke wisa pêşkêş neke. Me di nava rêxistina xwe de feraseta meta rakiriye. Ev pir girîng e. Me di xwe de feraseta malkirinê jî rakiriye.

Tu dê jinê, bi şerê jinê rizgar bikî.

Jin jî wê xwe di şerê azadiyê de ne weke metayê, lê bi vîna azad danin holê. Û ez ê tevahî îfadeyên rêxistinî bigrim ber çavan, di vê qonaxê de şer û serkeftinê û tevahî îfadeyên wê yên rêxistinî bigrim ber çavan û wisa bibêjim “merheba”. Hûn ê niha bibêjin ev pir hişk e. Ev weke pêwîstiya rêzikê wisa ye. “Ka bihêle em şêwaza xwe ya berê bijîn”. Min bi guftûgoya xwe ve jî ji hevalê me re da nîşandan ku, ev ê te sibê bibe ku derê? Îqtîdareke ji ya herî xirap. Mîsoger nabe azadî. Ez ji bo vê pir paqij tevdigerim. Ji ber vê sosyalîzma Sovyet a mezin hilweşiya. Pir welatan şoreş çêkirin, lê ji ber van sedeman, azadî dernekete holê. Loma em pir hişk vedihûnin. Hûn ê bibêjin tangavî. Helbet tengavbûn, şer pêwîst dibîne. Di şer de serkeftinê dixwaze. Dê wê demê jin û zilamên leheng derbikevin holê.

Jin û zilamê leheng li xwe danaxin ku têkiliyên ji rêzê biafirînin, tenezûlê zayendîtiyeke çors nakin, tenezûlê hezkirinên biçûk nakin, xwe pêxweşkirina bi zilamekî re, bi kirêtahiyê re nabe yek.

Bi rastî jî her tiştê wê dibe xweşik, hezkirina wê mezin e, jixwe mirovê ku şer qezenc kiriye xwedî derfetan e. Hûn dizanin, leheng hem dizane şer bike, hem jî şer qezenc dike. Ê şer qezenc bike, welatê xwe jî qezenc dike, ê welatê xwe qezenc dike jî dewlemendiyê bidest dixe. Dizane bixebite û dihilberîne. Bi vî rengî pêwîst nake ku ev zilam, li ser serê hinek din bibe bela û desthilatdariyê çêbike. Eger jin jî kariye ku xwe wisa pêkbîne, nabe muhtacê kesekî. Ji bo pere û nizanim ji bo serdestiya wî, xwe navêje ber lingên wî. Ew bi xwe jî lehengek e, ji bo welatê xwe şer kiriye, azadî qezenc kiriye, rêxistî ye, behreya wê ya hilbijartinê heye, li ser têgînên xweşikbûn-kirêtbûn serwer e û kesek jî ne di wê rewşê de ye ku wê bitirsîne. Ji ber ew bi xwe jî, partî û îqtîdar jî herî zêde li gorî wê hatiye eyarkirin. Êdî tiştekî nebaş ê ku ji van têkiliyan were tune ye. Ev pir girîng e.

Ne jin dikare zilam beyî ku xwe bigihîne vê astê, bi şêwazê kevin, bi şêwazê gund û şêwazê sîstemê bibîne, ne jî zilam dikare jinê bibîne û kesek jî nikare kesekê/î bixapîne. Eger bixapîne wê çi bibe? Jixwe her roj derdikeve holê. Rê li ber ketîbûnê, qeyranê vedike, diyar dibe û tasfiye dibe. Hûn ê bibêjin ev teşe zehmet e, lê şoreş e. Şoreşeke bişemal e. Jixwe dema em li van dinêrin, em dibînin ku yên herî zêde xwe feda kirine ev in.

Di vê mijarê de hestên zilaman hîn nû ne. Wê ew jî hêdî hêdî girîngiya vê şoreşê fêm bikin. Û ev jî tiştekî baş e. Ango di me de, heta di nava heman partiyê de, di nava yekîneyên şer de, şerê jin-zilam; dihêle ku bi hev re şoreşê pêkbînin, bi hev re îqtîdarê pêkbînin, sîstema civakî pêkbînin, heta çand û hezkirin pêkanîne. Heya ev neyê pêkanîn, wê nikaribe jiyana erzan jî bibîne. Ez jî hatime vî temenê xwe, lê nikarim li benda jiyaneke ji rêzê bim. Ji ber ez rasteqîn im. Mesela taybetmendiyên min ên pir balkêş hene. Pêwîst e hûn tespît bikin, ew hezkirin, eleqe û têkilî dîsa girêdayî kedê ye. Ez li hemberî şaş bikaranîna îqtîdar û hêza xwe me. Ev ji bo min bêehlaqî ye.

Ku em timî hêmanên xwe yên ku navên wan derbas bûne, nîqaş dikin. Wê min jî bixwin, pêwîst e em li pêş van tiştan bibin asteng. Pêwîst e mirov di vê mijarê de fêm bike ka xeterî çi ye û va ye pêwîst e şexs ji bo vê pir baş birêxistî be, îqtîdar rast bê parve kirin û rêzik baş bêne pejirandin. Ji ber hûn girîyan û êşiyan, ji ber wê hûn ê bibêjin “em tev xurifî ne, bi erdê re bûne yek” fîlan. Ev tewaneke mezin e. Pêwîst e ev careke din neyê ser ziman. Lê li rex we çêdibe. Hûn çima şerê qehremaniyê nadin. Dema di nava partiyê de yek xwe li ser jinê ferz dike, pêwîst e jin qiyametê rake. Ev gotin hatibû gotin; “me fîlan keçik da fîlan kesî, hîn çi ji me dixwaze”. Pêwîst e di cihê ku ev gotin tê de hatiye gotin de qiyamet bê rakirin. Kî kê da kê/î? Ev tê çi wateyê? Ku pêwîst e ev gotin qet neyê gotin. Vîna wê heye.

Li cihê ku ev gotin tê de hatiye gotin de feodalîzmeke hişk heye. Li wir rêgeza dildarî hatiye kuşt in. We hemûyan temaşe kir. Hûn pê keniyan. Lê hûn neketin ferqa wê jî. Lê hesasiyetên min pir cuda ne. We xwest hin têkiliyan ji aliyê din ve jî pêşbixin. Ew çi bû? Dibêjin; “Dema herduyan hev dîtin, çi diaxivîn?” Ajoyên wan ên ji rêzê hene, jin-keçik, hestiyarbûnên bê navarok. Û gelek ji we tenezûlê vê kir. Biguman e. Ji ber li dijî vê me, bênavarok e û bênirx e, ez berevajî dibînim. Jiyana min a bi we re heye. Dijmin vê bi nivîsandina pirtûkan ve dibêje.

Bi keçan re çawa dijî? Bi rastî jî digel ku jiyaneke pir hêja ye, çima jiyaneke ku ez herî zêde li hemberî tangav dibime jî? Ew ketiye û ez ti car bi jinê re weke ku ew fêmdikin najîm. Ku jiyankirina min pir zehmet e. Divê mirov vê pir baş nas bike. Çend jin bibin yek jî, ma dikarin min berevajiyê rêgezên min bi cihekî ve girê bidin, bidin jiyîn? Dijmin ji bo pêwîstiya feraseta xwe vê dibêje, lê avaniya me jî dikeve nava hewayeke wisa ku qaşo ez dikarim wisa bijîm û min jî teqlît dikin. Jiyaneke ku behreyên min ên şerê fermandar kêm bike, xirabiya herî mezin e. Gelo ez mekanîzmeya xwe çawa bikartînim? Eger hûn bin, hûn ê di nava du rojan de biqedin. Ku bila çend hep jin li rex we hebin, hûn jî diqedin, ew jî. Lê çima jin li gel min ew qas leheng derdikeve? Nexwe ne jiyaneke di wateya hûn fêmdikin de ye. Jiyaneke ku ji şerkirinê û ji serkeftinê re sor dike ye.

Ev girîng e. Li vir xistin û kirina mirovekî ketî tune ye. Jixwe eger hebe, ez ê bikuj im û nikare li hemberî min yek saniyekê jî bisekine. Ev şêwaz, ev taybetmendî û nêzîkbûna Rêbertî ye, eger ê bi xwe bawer bike bila were. Ê bi xwe bawere bila nizanim were çi ji min bike. Çima em ê azad nebin? Eger hêza te hebe, min bikişîne. Eger hêza min jî hebe, ez ê jî te bikşînim. Lê çawa? Eger tu dê li gorî sixtekariya sîstemê kar nekî. Û eger tu dê bi rastî jî li gorî hêz û rêgezên me kar bikî, ev pêşketinên ku xurûrê didine mirov e. Bi jinêkî yan jî bi jinan re di nava meşeke azadiyê de bûyîn, di nava jiyanê de bûyîn, tişteke xweşik e. Lê pêwîst e ev pir neyê ezezîkirin. Bihizire, jin ji dest diçe, lê ne di ferqê de ye, zilam ji dest diçe, lê ne di ferqê de ye. Bila têkiliya te bikeve bin erdê. Jin hate gel te, zilam hate gel te, tu qediyayî. Tu ketî qeyranê û neketî şer. Çi ye? Qaşo pêdiviya wî bi têkiliyê heye. Ev pir bixeter e. Li vir evînê roleke tam berevajî lîst.

Têkilî çi qas we ji şer re sor dikin? Ew bi nirx e, ew pêwîst e. Şêwazekî min ê berê ye. Helbet ez dîsa ji we re vebibêjim, nabêjim sirên min, lê dibêjim elimandinên min ên jiyanê. Dema ez li jineke xweşik dinêrim, radibim şer dikim. Ma qet hestên we yên wisa hene? Ên min hene. Ez vê xwe ji jiyana xwe ya gund û vir ve wisa didomînim. Jinên gund, ew keçikên ku min berê behsa wan kiriye, ez kişandim nava vê têkoşînê. Min got ev neheqî ye û min çi qas jin di civakê de dîtin, ez ketim nava vê nêzîkatiyê. Şerê civakî wisa ye. Û şerê kes jî wisa pêşdikeve. Lê hûn tam berevajî nêzî vê bûn. Mînak dema jin hate kolekirin, hate kirêtkirin û hate xistina bin desthilatdariyê, we dengê xwe dernexist, di dilê xwe de nerehetiyek nejiya. Dema we ev nejiyabe û we dengê xwe dernexistibe, wê demê şerkeriya we jî qediya ye. Pîvan e, lê pîvaneke pir girîng e.

Li gorî min taybetmendiyeke ku ez herî zêde têkoşîner kirime jî ev taybetmendî bû. Min çend xwe ji jinê dûr dixist, ew qas tevahî neheqî û qirêjbûnên di civakê de, di hundirê xwe de kirin pirsgirêk û di encam de jî ev teqîna azadiyê derxist holê. Mirov wisa nêzî jinê dibe. Ev meseleyeke hêzê ye. Ev temamî nêzîkbûneke azadiyê ye û xweşikbûnê ye. Helbet dema ez vê dikim, ma ti jin dikare min bikarbîne? Na! Mînak; em bibêjin jina taybet a ku em pê re di nava têkiliyê de bûn, pir bi ser min de hat. Ew hesabê dewletê bû, got; “eger tu bikaribî vî xirexavî bidest bixî, bi nêzîkbûnên klasîk bi xwe ve bidî girêdan, wê meseleya Kurd tune bibe”. Ji salên 1970’an û heta heya sala bihurî jî tevahî Komara Tirkiyê, hêviya xwe bi vê ve girê dabû. Ango bihizirin, eger min xwe neparastibûya, wê li holê pêşketineke weke PKK û heta Kurdistanê nemabûya.

Nexwe, pêwîst e hûn xwe li hemberî rastiya jinê pir baş biparîzin, hem jî kêlî bi kêlî û bêhn bi bêhn. Min ji heval re got “eger tu bûya, tu dê çend rojan li ser lingan bimaya?” Wî got “ne gengaz e, dev ji şaşitiyekê berdin, ez ê ne çend rojan, çend seatan jî li ser lingan nemabûyam”. Ev şerên Rêbertî ne, şerên pêşengan e. Em di oxura jinê de şerekî mezin didin, lê em ê li hemberî taybetmendiyên jinê yên xeternak, ên wisa mirov ji partîbûnê dûr dixin jî pir baldar bin. Va ye dema Rêbertî pêş ket û vejiya, bi şerê di nava xwe de û bi van hestan ve, pêşket. Û hûn dikarin bibêjin “pêdivî bi pirsgirêkeke wisa nîne”. Heye! Eger me wisa şer nekiribûya, me dê nikaribûya hûn pêkbianîbûyan. Eger îro hûn hûn in, ev encamên vê kedê ne. Hêvî dikim ku hûn fêm dikin. Ez dikarim zêdetir jî vebibêjim. Jixwe berdêla vê vegotinê, mecbûre pêşketineke mezin be.

Eger hûn fêm nekin wê çi bibe? Wê li gel me cihê we tunebe! Wê merheba jî ji we re neyê dayîn. Ez aşkere bibêjim: dibe em sibê we di xuyaniyê de îdare bikin, lê wê rojek were ku hûn ê şepirze bibin. Çima? Ji ber hûn ê nikaribin ji pîvanan re bibin bersiv. Ji jinê re rêzeke pir mezin heye. Mîsoger jin çavkaniya jiyana mezin e. Qet ne şerm e. Xweşikbûna jinê derxistina holê, pir girîng e. “Ez ê bibêjim ma qet pêwîstî bi vê heye; em pir çors û tabûwer nêzî bibin û kar biqedînin”. Na, ev şaş in! Biçûkdîtin, bênirxdîtin û bêrêzdîtina jinê, jixwe xebatên ku tevahî civakên çînayetî pêşxistine ne, em nikarin van bikin. Dîsa divê jin jî van derfetên ku derketine holê şaş bikarneîne.

Eger îro jin xwe di nava refên me de rast bikarbîne, em bibêjin li gorî sîstema min, an jî li gorî taybetmendiyên ku ez dixwazim pêşbixim, mîsoger dikare bibe damezirînvana herî mezin a şer. Eger pîvanan tam di nava jiyanê de bimeşîne, wê rê li ber pêşketinên pir mezin veke. Bila çend hep jin ji vê re pêşengiyê bikin, ev wê hem ji bo pêşketina jiyanê, hem jî pêşketina şer bibe tiştên pir baş. Bila xwe pir baş îfade bike û bide axaftin. Bila bizanibe bibe bandorvaneke baş. Dê wê demê di şer û jiyanê de cudatir pêşbikeve. Ez pir û pir girîngiyê didim van xalan. Em jî dikarin jinê bi teşeyeke qlasîk û ya heyî bikarbînin. Ji bo min avakirina haremtiyê qet nepirsgirêk e, lê em ê bi vî rengî tevahî jinan tune bikin. Ne bingehên vê yên objektîf hene, ne jî eger hebin jî, namînin. Wê şansê wê yê jiyankirinê nemîne. Lê bi rastî jî gelek kes ev di hizir û giyan de derbas nekirine. Pêwîst e em van îtîraf bikin û bipîvînin. Ango eger mirov di vê wateyê de nebe zilamê qlasîk baş e û ne şerm e. Bûyîna jineke qlasîk, jixwe sed caran ji mirinê xiraptir e.

Li gorî min partîbûyîn û şerkirina di şêwazê rast de, bi serê xwe rizgarî û kêfxweşiyeke mezin e. Lê eger hûn wisa fêm bikin wê bikare bê jiyîn. Hûn tolê ji sedsalan digirin, vînê qezenc dikin, xweşikbûnê qezenc dikin û jiyanê qezenc dikin. Ev ji min, ji zilaman deh qet zêdetir ji we re pêwîst e. Lê ji bo vê nîqaş bikin, lêhûrbibin, bibin xwedî vîn û heta bibin fermandarên yekîneyan û bibin fermandar. Bibin rêveberî û di vê de xwedî hêrsbin. Wê ev di asteke jor de jina bihêz, jina xweşik derbixe holê. Li cihekî ku tê de jineke wisa hebe wê rêxistin jî, civak jî saxlem bimeş e. Ez nizanim, herhal tê fêmkirin. Eger pirsyara yek jî we hebe, ez guhdar im. Ez dikarim bersivê bidim tiştên ku hûn dixwazin di van vegotinan de fêm bikin û rexne bikin. Hûn dizanin, ev dibistana me cihekî ku tê de heya dawiyê wêrekiya azadiya nîqaşê tê bikakanîne. Eger em bibin şagirtên baş, wê nirxên xweşikbûyîn û fermandarên mezin jî derbikevin holê.

Belê, ez bawerim hûn ê bibêjin niha bes e. Me pir nirxandinên ku bi taybet ji raya giştî re baştir were, ji aliyê cuda û bi nêzîkbûnên dewlemendtir ve vegotin û kirin. Eger hinekî din jî were nirxandin, ev ê bibe erka hevalê me. Hinekî şîroveyeke li gorî xwe pêşbixe, pêvekên li gorî pêwîstiya xwe bike. Hevalê Mahîr, pirsyara we heye?

M.Sayın: Me vê carê mantiq girt, temam.

— Temam. Ji ber ew girêdayî hostatiya te ye. Têgînên ku te girtine dest girîng in û me jî bi qandî hêza xwe bersiv da, ev bi salan in ku hûn jî di oxura wê de şer dikin. Ez nirxê didime vê. Lê vê baş bike Tirkiyeyî. Vê hem veguherîne bûyera îfadeyê, hem jî bûyera rêxistinê. Ez dihizirim ku dikare pir ji pêşketinên baş re rê vebike. Dikare zêdetir jî bandora xwe li Tirkiyê bike. Ez aşkere bibêjim; hin mirovên ji Tirkiyê tên, bi taybet jî jin bi eleqeyeke hîn mezintir pêşwazî dikin, min ev weke tişteke pir mezin dît. Ez guhertin û veguhertina wan baştir dibînim. Ango eger hûn kêmekî li wan deran belav bikin, wê nêzîkbûneke pir kûr a ciwantî derbikeve holê.

Weke ku hûn dibînin di jinê de, di Tevgera Jinê de, di Tirkiyê de mercên vê yên objektîf pir zêde pêşketine. Em dikarin li wir jî rê li ber pêşketinên pir mezin vekin. Lê bala xwe bide van nêzîkatiyan, bi rastî jî rêgez û hesasiyetên wan ên li gorî xwe hene. Mirov nikare pir bi jinê bilîze. Bi jinê lîstina zilam a bi awayek bêrêgez, pir bixeter e. Ne gengaz e ku jin neyê cidî girtin. Dema li Tirkiyê jin bû mijara gotinê, yekemîn tişta ku tê hişên mirov, bêcidîbûyîna nêzîkbûna ji jinê re ye. Tê gotin ew karên xapandinê fîlan. Di mirov de pir hêrsê pêşdixîne. Xapandin di her tiştê de çêdibe, lê di jinê de çênabe û divê ti car jî çênebe. Nêzîkbûn dikarin bi nêzîkbûnên herî kûr û bicewher çêbibin. Heta bi cîdibûyînê. Ez bawerim pir pêdivî bi vê heye. Ev nêzîkatî wê pir belav bibe û bigihe guhê her kesî/ê. Em vê ji we re êdî weke erkekê bihêlin. Û em ê yên dikevin ser milên me wisa çêbikin û ez ê li bendê bim jî.

M.Sayın: Ma ew qas ked virt û vala tê dayîn? Ma tişteke wisa çêdibe?

— Pir xweşikbûn hene û divê mîsoger mirov xwe bigihînê. Mirovên ku pêdiviya xwe bi van dibînin hene, di we de jî ezmûna bi salan heye, berpirsyariyên we hene. Wê bi derdorê xwe re parve bikin û ji wan re ragihînin.

M.Sayın: Bila ti fikareke we çênebe. Ango hevpariya ku em di nava vê têkoşînê de bi we re çêbikin; wê bê wateya serkeftin, ecibandina têkoşîna we û bilindbûyîna têkoşîna me.

— Na, ez qala wê nakim. Di vê de qet ti fikareke min tune ye.

M.Sayın: Ango ev tişteke ku hatiye gihiştin e.

— Ez dibêjim wê potansiyela dewlemend bikişînin. Ên hêja û binirx hene. Ez li gelê Tirk dinêrim, Ez dihizirim gelo eger ev nêzîkbûn ji wan re were ragihandin, dikarin çend şoreşan çêbikin. Ji ber di nava tangaviyê û nederketinekê de ne. Ev nêzîkbûn wê bibin hêza pir mezin a çareseriyê.

Niha pêşketinên pir xweser hene, helbet ev pêşketin ji hev ne cuda nin. Di gelekan de ew qas rastîhevhatina hizir pêşketiye ku! Ew dikarin bêne derbaskirin. Ango ketina nav hevpariyê, hostatiyê dixwaze. Vê, bi derketina ji teşeyên kevin ên hatine fêrbûyîn re kirin. Em ê wê derbas bikin û tam weke artîstekî bikin. Huner e, tu dê rola hunerê bilîzî. Gotina demogojîk a hatiye fêrbûyîn acîz dike. Ji xwe Çepê daye acizkirin. Di derbarê min de her roj propagandayên pir nebaş têne kirin. Lê ez niha balkêş im. Ji bo ez di nava civaka Tirk de bi awayek azad bigerim bila şeş mehan bidine min, eger ez wan hemûyan ranekim ser lingan, wê demê çi li min bikin bila bikin. Min ev vale negot. Ji ber potansiyel heye, pêdivî heye. Lê hûn ê vî tîpê xwe biguherînin. Dîkil wisa xuya dikin ku dizanin, lê di rastiyê de tiştekî nizanin, weke ku dike dixuye, lê nakin; weke dijwar xuya dikin, lê ne wisa ne. Vê hinekî bişkînin.

M.Sayın: Tişteke wisa pêşket an jî di me de tişteke wisa pêşdikeve; di mijara rexneyê de, rexneya ku sînoran nas nake, rexneyên ku encaman vedigerîne ser xwe, zanebûn û agahdarbûnek çêbû. Dema di vê mijarê de wêrekî girtin, êdî dev ji stûyê mirov bernadin.

— Bidehfînin ku biafirîne, xwe ji nû ve biafirîne.

M.Sayın: Ango ez mecbûrim xwe biguherînim. Ez mecbûrim encamên tiştên ku fêr bûyîmê biguherînim.

— Belê, pir bawer neke ku tu mezinî. Eger hûn mezinbûnê bi pênaseyeke wisa ve girê bidin wê baştir bibe; “Bi qandî ez rêxistinê û gel mezin dikim, ez mezin dibim”. Hinekî vê formulê bicîbîne. Bi qandî tu grûba li derdora xwe mezin dikî, tu dibînî ku pêş dikeve, dê tu jî mezin bibî. Lê dema te nêrî di derdora te de pêşketin tune ye, wê demê dê di te de jî biçûkbûn çêbibe.

M.Sayın: Di nava me de jî têkiliyên wisa pêşketin. Dema ez xwe zêdetirî wekî heyî dibînim, ê rex me jî wê wêrekiyê digire û dest bi hejandin û şiyarkirina min dike.

— Na, rola xwe mezin bilîze.

M.Sayın: Na! Eger te mezinbûn beyî ku pêwîst bike û ne di cî de be kir, ew nikare were pîrozkirin.

— Nebêje “ez mezin dibim”. Ez dixwazim wê bibêjim. Der û dor mezin dibin, heval mezin dibin, jin mezin dibin û ciwan mezin dibin. Hinekî vê bi xwe bidin qebûlkirin. Ev wê bibe tişteke xweşik. Lê wê ne di şêwazê mêtingeriyê de, di şêwazê azadiyê de.


Warning: Undefined variable $meta_text in /home/abdullahocalan/public_html/ku/wp-content/themes/xwe/content-single.php on line 53