Biyografî

– 1 –

Mirov dikare jiyana min a ferdî û rêxistinî dabeşî sê deman bike. Dema yekemîn bi îdîaya ezê civakîbûyîna xwe û ya diya xwe bi xwe damezrînim, dest pê kir û berê ji ber nerazîbûna li dijî gund û malbatê bi çûyîna dibistana seretayî re dewam kir. Bi destpêkirina dibistana seretayî re gava yekemîn a ciddî ber bi dewletbûyînê ve hat avêtin. Kesayet ji ber civaka komîn ber bi civaka dewletparêz ve gaveke veguherînê diavêje. Bi bajarîbûyînê re dimeşe. Nirxên bajêr di ser nirxên komîn ên çolterê re têne hesibandin. Xwendina dibistana navîn, lîse, karmendî û heta pola dawîn a zanîngehê amadekariyên pêş ji bo zilamtiya dewletê ne. Di vî temenî de li cem her kesî bi awayekî hişk kesayeteke bajêr-dewletê serdest dibe. Rewşa paşve mayînê û netewê bindest dibe sedema nerazîbûnê li dijî dewletê. Ya rastî, sempatîzaniya ji bo çepgiriyê ji têgihîştina adil, wekhevtîxwaz û pêşdebirinê ya lêgerîna dewletê zêdetir ti maneyek wê nîne. Kesayet di vê demê de bi giranî ji tayên civakê yê kevneşopiyê hatiye qetandin. Civaka ezbet û çolter a komîn û dayikî bi giranî li înkarê hatiye qewimandin, li dewsa wê, kesayeteke marjînal a jixweçûyî, rabirdûya xwe înkar dike, piçûk dibîne, çavgirtî ber bi nîzama fermî ve baz dide, ji meznahî bajêr û dewletê re serê ditewîne, cih digire. Komkujiyeke kesayetê ya trajîk qewimî ye.

Kesayeteke ‘dîn nizane bûye çi’ civaka xwe ya kevin, bav û diya xwe, xuşk û birayên xwe, cîranên xwe, gundê xwe, xizmên xwe, kal û pîrên xwe, zarokan, jinan, nijad û zurriyeta xwe û çîna xwe piçûk û heqîr dibîne, li welatên hindik pêşketî bûye mîna belayan. Bi moderntiyeke naveroka wê pûç li hemberî nirxên bingehîn ên civakî pir zêde xerîb ketiye. Ev kesayeta di bin serdestiyeke xurt a sîstema kapîtalîst de mezin dibe, wexta bi nerazîbûneke sexte ya çepgiriyê dike dîsa jî marjînal e. Dûrketina wê ya ji civakê her ku diçe kûr dibe û dewam dike. Dibistanê, li bajêr karkertî û karmendiya dewletê, ev kesayet ji dîrok û kevneşopiyê dûr xistiye û kiriye kesayeteke ‘teneke.’ Her tiştê ji vê kesayeta xemsar, înkarker, bi mûçeyan ve hatiye girêdan û bi pey fahîşetiya bajêr ketiye, neçar e li dijî nirxên kapîtalîzmê û civaka li pêş asteng e, îflas bike. Sosyalîzma reel, sosyal demokrasî û rizgariya netewî veguherîneke rastîn a civakî pêk neanîn, ev yek ji nêz ve bi vê kesayetê têkildar e. Di serdema me de bingehê civakê yê her cure ji rê derketin, îdeolojiyên totalîter ên faşîst û pratîkên wan xwe dispêrin avabûna vê kesayetê. Vê kesayeta bi Şoreşa Fransayê re gav avêt di salên 1990’î de balkêşiya xwe ya berê wenda kir û car din bi ketina pêvajoyeke normalîzasyonê bi encam bû.

Dema duyemîn, vê carê bi veqetîna ji civaka bûrjûwa û dewletê dest pê dike û bi armanca avakirina sîstema xwe ya siyasî û civakî ya hemdem bi ceribandina damezrandina komeke îdeolojîk û serbixwe dewam dike. Tevî ku civakîbûyîna destpêkê bi zarokan bi duayên dînî û çûyîna dibistana seretayî dest pê dike, civakîbûyîna duyemîn bi xwendekarên zanîngehê re li ser hîmê çepgirî û îdeolojiya netewî pêş dikeve. Her çend li dijî şovenîzma netewa serdest û nirxên kapîtalîzmê yên belav dikirin hewldaneke lêgerînê ya ji nû ve li civaka xwe hebû jî ekolên netewî û yên çepgir ên heyî di wê hêzê de nebûn ku normên jiyana kapîtalîst li dawiyê bihêlin û bikaribin bigihîjin hedefa xwe ya rastîn. Ev pêvajoya ku em dikarin wê weke qonaxa yekemîn a PKKyîbûyînê destnîşan bikin, di cîhana bi firtûneya salên 1970’î de mîna pelekî ber bi bayê ketibe. Bi qasî ku ji cîhana kevneşop qetiyaye, ew çend bi nirxên cewherî yên kapîtalîzmê re jî nebûye yek. Pêvajoyeke asayî ya marjînalbûyînê û mezhebbûyînê diqewime. Gelek kom têne avakirin û bi heman lezê jî dihelin û diqedin. Li dijî dewletê derdikevin û li hemberî wê mîna moriyek xwe li fîl radikişîne dimînin. Bi lêgerînên teorîk û pratîk dixwazin welat û civakê ji nû ve keşif bikin. Ya esas, çepgiriya li gelemperiya cîhanê ya mode tê şopandin. Civaka kevin ji nû ve tê tamandin. Mîna ku bibêjin eger bibe mala xwedê ava, bi vî rengî li benda serketinê ne. Li gorî me êdî fikrek me jî heye. Kom ji aliyê hejmarê ve jî mezin dibe. Em xwe tiştekî cuda dihesibînin. Îhtimaleke mezin heye civak bitamije. Piştî ku mîna tirtûl ji qozayê derbikeve, me gav avêt derveyî welat, em di dema xwe de ne, jixwe piştrast in û xwîna me germ e. Utopya ji bo bi cih were hêvî dide. Piştî ku em xwe ji desteka komê digihînin desteka girseyên gel baweriya me zêdetir dibe. Me êdî hêza sîlehan nas kiriye. Koma gerîlla ya ji bo tevgereke rizgariya netewî ya hemdem hatiye perwerdekirin û bi sîlehkirin, hatine gîhandin baniyên asê yên welat. Êdî dor hatiye pêngava nû ya dîrokî.

Ev dema ku salên jiyana min ên di navbera 1972-1984’ de zevt dike, beşên destpêkê hêja ye ji gelek aliyan ve were nirxandin. Mirov dikare weke hişyarbûna pêngava gelê Kurd ê xizan li serdemê, bi nav bike. Mirov dikare weke serhildana destpêkê, yan jî yekem gulleya li çarenûsê hat xistin jî bi nav bike. Dîsa mirov dikare weke qîrîna namûs û rûmetê binirxîne. Dikare wek yekemîn çalakiya serketî ya Hz. Dawût li dijî Golyat jî were bi manekirin. Dikare weke yekemîn gava cesaretkirina ji bo ramana azad jî were hesibandin. Dikare weke pêngava qutbûna ji normên koletiya bi hezar salan jî were dîtin. Demek welê ye, bi mane ye, hinekî şensê xwe jî heye, mîna hilatina duyemîn hinekî jî ked û baweriyê dixwaze û mirov dikare weke demek xwe jinûve gîhandina paradigmayê bibîne.

Di jiyana min de beşa duyemîn a dema duyemîn di navbera 15’ê Tebaxa 1984-15’ê Sibata 1999’ê de diqewime. Ev pêvajoya bi qasî 15 salan demekê digire nava xwe wek pêngava duyemîn a PKKyîbûyê bi giranî bi têkoşîna çekdarî derbas dibe. Pêvajoyeke dijwar e. Di dîroka Rojhilata Navîn de mirov dikare bişibîne komên mîna Babek, Xaricî, Karmatî û Hesen Sebah. Di beşê yekemîn de zêdetir Îsewiyet li pêş e, lê di beşê duyemîn de Mûsewiyet û Muhammediyet têkel giraniya xwe li pêş e. Ji bo koma muhacirîn a bi zehmetî dimeşe were gîhandin erdên soza wan hatiye dayîn hewldan û qabîliyeteke mezin tê xwestin. Wezîfeya gîhandinê Hz. Mûsa bi bîr dixîne, çalakiyên şer jî Hz. Muhammedê li Medîneyê bi bîr tîne. Atmosfereke bawerî û îmanê ya rûhî wer serdest e, xwe fedakirina ji bo vê yekê tam mumînwarî, bawermendî ye. Sosyalîzma zanist bi hêza baweriyê tê meşandin. Şer tam çalakiyeke pîroz e. Her ku diçû ferd dibû ne tiştek, lê armanc dibû her tişt. Pir zehmet e ku mirov hayil bibe nexweşiyeke asayî ya îqtîdarê heye. Kesayeta lawaz a bi salan li naverasta dewlet û bajar hatiye bombardûmankirin, qabîliyeta wê nîne ji bilî îqtîdarê û yan jî ji meşa bi ser lingekî zêdetir nizane. Kesayeta kapîtalîzmê bi dijwarî tenê hîştiye, dema bi sîstematîkeke malê xwe ve were girêdan, bi meyleke berovajî dikare bi dijwarî bibe civakî. Bi taybetiyeke herî asayî dikare bi baweriya çalakî pîroze rabe û her tiştê xwe feda bike.

Ya esas, li şûna ku bibêje jiyan nirxa herî pîroz e, berovajî, bi baweriyeke di asta fanatîzmê de dibêje “armanc her tişt e, jiyan ne tiştek e” bi vî awayî kesayeteke çavkorî derdikeve pêş. Di vî cureyê dogmatîzmê de bi şêweyekî çarenûs û girêdana bi hin pîvanan bi xwe re rewşa dînekî derdixist holê. Paradigmaya hatiye bi destxistin vekirî û mucered e. Mejiyê analîtîk şek dibe, û mejiyê hisî jî tê fetisandin. Mirin û kuştin bi tevahî daketiye asteke teknîkî. Di tehlîla dawî de derdikeve holê ku ew eşqa kapîtalîzmê ji bo kara zêde di çarçoveyeke îdeolojîk de tê meşandin. Li gorî karektera giştî ya serdemê gav hatine avêtin. Her çend mîna mezhebekî cuda gav hatibe avêtin jî ya tê de tê lîstin û tê de tê jiyîn dunya kapîtalîzmê ye. Meyla kapîtalîst di asta herî muceredkirî de jî bi gelemperiya sosyalîzma reel û netewtiyê destketiyên xwe peyda dike û ji bo avabûnên wan ên eskerî û siyasî bi çavsorî dide meşandin. Jixwe wekî din xwe gîhandina serdemê nedibû.

Bêguman meşên bi vî rengî li axurê dîngo nedihatin kirin. Xwediyên sîstemê hebûn. Li gorî pîvanên xwe, wê pêdiviyên cîhana xwe bi cih bianiyana. Ez dikarim 15’ê Sibatê sala 1999’ê wek rojekê ku cîhana kapîtalîst bi hêza xwe ya bûye mîna Ezraîl, bi hezar dekûdolabî destê xwe xist qirika min, binirxînim. Di vê dema jiyana min de mirov dikare behsa hin xetayên stratejîk bike. Diviyabû min di sala 1982’ê de kadroyên karibin ji komên çekdar re pêşengiyê bikin biafirandan û bi vî awayî bişandan welat. Eger Kemal Pîr û ên din, ne ku di sala 1980’yî de di sala 1982’ê de bi komên mezin di ser Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re hatibûn şandin welat, wê bikarîbûna gavên hînê rast û berfireh biavêtana. Di serî de Dûran Kalkan, Alî Heyder Kaytan û Mehmed Karasungur hebûna wan li herêmê weke wezîfedar rê li ber kêmasiyên stratejîk ên di asta xetayan de vekirin. Kopyayekî pêvajoya li Rojhilata Navîn hemî hînê paşketîtir dubarekirin û ev bingehê kêmasiyan bû. Wek dewama van kêmasiyan, bi dûvikê PDKê girtin; li gel xerîb ketin; hêjayî hevalên xwe nebûn; bi karên fuzûlî re mijûl bûn; karên çareserbûyî nû kirin; pir bê mane tevlî şerên PDK û YNKê bûn; potansiyela li ber xwe û rewşa şerê Îran-Iraqê rê li ber vekir, nedîtin. Ji ber ku bersiva wezîfeyên kêliyên dîrokî nehat dayîn, xebatek li gorî vê yekê nehat meşandin û şîroveyên bê mane, wek derbeke stratejîk gihîşt encamê. Hewldan û niyetên baş ên di vê rewşê de hatine nîşandan, tenê rola pêlikên mirov bibin dozex û cehennemê, lîstine.

Kêmasiya duyemîn a stratejîk ew bû ku meylên çetetiyê yên derketin holê zû nehatin tespîtkirin û têra xwe li dijî wan helwest nehat nîşandan. Ev jî encameke din a dogmatîzmê bû ku min ev wezîfe ji hevalên xwe yên ewle re hiştibû. Wexta ew çend nirx û buha hatin çarçûrkirin, divê min ji sedî sed bidîta û bikarîbûya bigota rawestin. Bûyerên di vî warî de karîbûn derbeke mezin li hewldanên bi şeref ên PKKê bixîne. Pir zehmet e mirov şîrove bike hin kesan çawa rengên mîna cinawiran girtin. Ya fêmkirina wê hînê zehmet jî ew e ku kadroyên bi kedeke mezin hatin perwerdekirin çawa bi hêsayî teslîmî van cinawiran bûn. Baweriyeke min a hevaltiyê hebû, min digot; wê ya herî baş bikin, ew yên herî durust in, çi karê ji destê wan neyê nîne, ew hewarî û şagirtên hemdem in. Ev baweriya min ku xwe gîhandibû dogmatîzmê qewimîna van bûyeran de diyarker e. Em dereng hişyar bûn. Em dema tam hişyarbûn an jî li xwe varqilîn, bi awayekî stratejîk hem dem û hem jî berhemên hewldanên mezin di serî de şervanên ciwan, gel, maddî û manewî gelek nirx hatibûn wendakirin.

Diviyabû min ji bûyerên sala 1992-1993 dersên hînê xurt bigirtan. Bi krîz û arîşeya Iraq-Kuweytê diviyabû ez di sala 1991’ê de bi komên li welat re bûma. Ev gava min di sala 1982’ê de neavêtibû, diviyabû min vê carê biavêta. Diviyabû min xebatên li Rojhilata Navîn di plana duyemîn de bihîştan. Lê min bawer kiribû ku ez zêde hêzê bişînim welat emê karibin bi serketî ji vê rewşê derbikevin. Min hêvî kiribû ku ji nava hezaran kadroyî yên karibin bersiva pêvajoyê bidin ji sedî sed wê derbikevin. Lê çetetiya ketibû hinavê tevgerê û helwestên navendê yên ji berpirsiyariyê dûr, hemû ked û hewldanên me pûç dikirin. Li ber çavê me vekirî, dîrokê em dibirin têkçûnê. Bi disîplîn û fedekariyê zêde nirx nedihatin rizgarkirin û di wezîfeyan de serketin nedibû. Di dawiya sala 1992’ê de lihevkirina Osman Ocalan a bi YNKê re ku dişibiya stûtewandinê, bi awayekî tesadufî bi hewldanên întîharwarî yên Mûrad Karayilan û Cemîl Bayik re bûn yek û bi vî awayî rê li ber wendakirineke mezin a demê girt. Nuqteya divê bi kok jê ders were derxistin ev e. Tevî ku xebatên hundurê welat hatibûn îhmalkirin, kadroyên navendî hewceyî çareseriyeke bi kok û bingehîn bûn. Me xwest em vê yekê bi vekirina dibistanên li Sûriyê telafî bikin, lê paşê li vir me xwe zêde dubare kir û ez xetimîm. Maneya hewldanan zêde nemabû. Ji bo ez li rewşê destwerd im bi xwe dereng mabûm. Piştî wendakirina ev çend nirx, li min giran dihat ez berê xwe bidim çiyê. Ji rêyên eskerî zêdetir, çareseriyeke siyasî ji bo min hînê xwedî mane bû. Hewldaneke eskerî dikarîbû bi tevahî rê li ber îmhayê vekira. Xebatên siyasî hînê dikarîbûn potansiyel bixistan nav tevgerê. Di nav avahiya rêxistinê de rewşa seresere û xwedubarekirinê dewam kir. Xebatên bi heman şêwazê heta dema KONGRA GEL hatin. Kokên tengaviya dawî ya navxweyî, xwe digihînin dema çûyîna welat û bi cihbûyîn, şêwazê xebatê û têgihîştinên taktîk ên bingehîn. Xwerexnekirin pir bi mane nehatibû kirin. Di kesayet û şêwaza berê ya xebatê de israr hebû. Vê yekê jî her dem û li her deverê rê li ber wendahiyên bê mane, wezêfeyên bi cih nedihatin anîn, êş û di encamê de tasfiyekirinê, vedikir.

Beşa duyemîn a jiyana min, bi sedema ku navend dewlet bû, lê ji ber ku taybetî û helwesta komîn a demokratîk hînê bi tevahî nehatibûn wendakirin pir bi nakok bû. Têkoşîna van nakokiyan wê encam diyar bikirana. 15 Sibata 1999’ê, di heman demê de derbeke kujêr li vê meşa navend dewlet xistiye. Eger partîtiya navend dewlet û dewletparêzî nexweşiyek e, wê wextê derba hemû dewletên dunyayê yên kapîtalîst di 15 Sibata 1999’ê de li min xistin, di heman demê de ji bo cara sêyemîn ji dayikbûyîna min wê rola pîriktî û derman bilîsta.

Dema sêyemîn a jiyana min, eger wê jê re û cewherê wê re jiyan were gotin, em dikarin ji 15 Sibata 1999’ê heta qonaxa dawî ya bigihîjê, veqetînin. Taybetiya vê demê ew e ku bi giştî navend dewlet e, lê bi taybetî bi veqetîna ji jiyana hemdem dest pê dike. Ez dîsa li jiyana kovî venagerim. Ezê neçim hezar sal berê. Lê eşkere ye, hin nirxên bingehîn ên mirovatiyê di wan deman de veşartî ne. Ew dema mirovatiyê ku bi hezar dekûdolab û zordestiya şaristaniyê hat qutkirin, heta bi asta zanistî-teknîk negihîje hevdu, wê azadî û rizgariya rastîn a mirov nebe.

Veqetîna ji jiyana navend dewlet û şaristaniyê paşveçûyîn nîne. Berovajî, eger mirov ji xwezayê bibe û ji kesayeta îqtîdarê ya bi derew û xwînê werimiye, negere belkî jî ti car negihîje jiyaneke têkûz. Berê mirovatiyê ji civaka nexweş ber bi civaka bi tendurustiyê, ji civaka tengavkirî, obez û ji hawîrdorê qutbûyî ya mîna kanserî bibe zêde bûye bajarî ber bi civaka ekolojîk, ji civaka dewletdar a ji serî heta binî totalîter û otorîter, ber bi civaka komîn a demokratîk û civaka azad-wekhev e. Eger mirov karibe xwe ji çanda nêçîrvaniyê ya rê li ber komkujiya heywanan vekir, şaristaniya rê li ber komkujiya mirovan vekir û bi awayekî zincîrwarî rê li ber felaketa xwezayê vekir xilas bike, dibe ku mirovatî ji bo jiyaneke nû çirkînî bi derî bixîne. Kesayeteke bi exlaq û polîtîk a bi heywan re bûye dost, bi xwezayê re li hev hatiye, bi jinan re jiyaneke xwe dispêre mêzîna hêzê ya bi aştî, azad-wekhev û eşqê parve dike, hêza zanist û teknîkê ji lîstoka şer û îqtîdarê derdixîne, bi qasî hêza Enkîdo dikişand bajêr û bi dewletê ve girê dida, min jî dikişîne û bi mane dibînim. Ji sedî sed ez behsa hesreteke bi sedema girtîhê hatiye afirandin nakim. Ez behsa raman û paradigmayeke mezin a rûhî dikim. Ez ji helwesta kategorîk, ji perestbûna hêza mezin, ji serdem û jiyanên di bin lekeyên xwînê yên şaristaniyê de mîna stêrkan dibiriqin, bi rastî ez hem bêzar bûm û hem jî nefret dikim.

Min di dema zaroktiyê de ji ber çanda nêçîrê ya ketibû genên min jî min serên çivîkan bêperwa qut dikir û bi qurnazî ew zevt dikirin. Ez bi lêborîna xwe ya ji wan heywanên min li wan daye, dixwazim dest bi dema nû ya jiyana xwe bikim. Bi bîrûbaweriya min, şahî û bexteweriya mezin ne li qesir û bircên mezin, li bin mekanên mîna holikan ên bi keskayî hatine xemilandin dibe. Ez bawer dikim ku mirov li hemû reng, deng û maneyên xwezayê guhdarî bike û pê re bibe yek, wê karibe xwe bigihîne dilpakî û fezîletê. Ez bawer dikim, pêşketina rastîn bi avakirina bajar û otorîteya îqtîdarên mezin nîne, berovajî, ew çavkaniyên nexweşiyên mezin in; tevî vê yekê ne gundê berê û ne jî bajarê nû, bi agahiyên herî dawî yên teknîk û zanistê cihûwarê ekolojîk avakirin û lê jiyan şoreşeke rastîn e. Ez bawer dikim ku şaristaniyên mezin ên di navberê de jî goristanên mirovatiyê ne. Ez bawer dikim ku eger meşek ji bo paşerojê bibe, li ser hîmê rastiyan be, wê watedar û hêjayî meşê be.

Eger mirov xwe ji şaristaniya çînî ya dewletparêz û hîyarerşîk qut bike, ev xwerexnekirineke mezin e. Ez bawer dikim ku ezê di vî warî de bi ser bikevim. Ez pir dixwazim, ez tevlî zarokatiya mirovatiyê, dîroka gelan û kedkaran a dane ji bîrkirin, cîhana wekhev-azad a utopyayên jin, zarok û pîrên zarok bibim û serketinê li wir bi dest bixim.

Ev hemû utopya ne. Lê carnan utopya di nav avahiyên mîna goristanan de bexteweriya bi tenêne ji bo rizgarkirina jiyanê. Bêguman di roja me ya îro de ji nav avahiyên ji goristanan jî wêdetir beriya her tiştî gavavêtinê bi utopyayan bibe. Rewşa min naşibe ya ti mirovan. Ez naxwazim bişibe jî. Li gorî ku ez baş fêm dikim û his dikim, ez li ser rêya rast im. Mirovekî his û mane wî bide jiyîn ew mirovê herî bi hêz e. Ji sedî sed ezê wî gunehê xwe şibandina mezinan nekim. Jixwe min pir nexwest bişibim û ji min jî nehat. Rabirdûya mirovatiyê hînê rastîn e. Ezê jê re bi hurmet bim û ezê li wir li jiyanê bigerim bibînim û ji nû ve bidim destpêkirin. Paşerojê ji kar anîna van hewldanan zêdetir tiştekî din nebe.

 

27 Nîsan 2004

Girtîxaneya Yek Kesî / Mûdanya / Bûrsa

Abdullah OCALAN

 

– 2 –

 

apo2