Ji Kongreya Îslama Demokratîk re

Birayên min ên mumîn:

Li navendên serek yên qada Îslamê guhertinek mezin pêk tê. Di vê pêngavê de îxanet û îsyana wê pêk tê. Di ferqa ku ger bikaranîna têgehên “Kurdistan” û “Demokratik” kêm û şaş bên famkirin, dê rê li pêş kêmasiyên din vekin û ji bo ku em rê li pêş şayiyên mezin bigirin û rê li pêş rastiya cewherê wê vekin, di bikaranîna têgehan de neketim nava fikaran.

Bi taybetî du bizavên wekî navendên îslama hatin zanîn û heta îro bi feraseta îxdîdarê ya selefî ya Îrana şia ku bi hişmendiya dewletparêziyê tev digere taxrîbatên mezin bi xwe re anîye. Li hemberî vê yekê bi têgehên demokrasî û gel bilindkirina ala têkoşînê wekî erkekî girêdana cewherê olî diparêzim û qebûl dikim. Li dijî du navendên îxtîdaran ên ku navendênwan dewletparêzin, bi sersivdayîna îslama demokratîk, sincî, politîk û civakî ya navenda wê demokrasî û meskenê niştecihî ye wekî erka vîna bingehîn a kongreyê dibînim û silav dikim.

Herdu bizav jî bi bizavên navendî yên îxtîdar û dewletparêziyê, bi bilindbûna kapitalist emperyalistê pêş ketine. Ev herdû têheg di serdema saltanata serdest de di hilweşîna Împaratoriya Osmanî de bikar anine. Bi taybetî ji ev bizav, ji aliye Împaratoriya Îngîlîstanê ku wekî Hegemona nû ya cihanê ye hat bikar anîn. Hêj jî ev têgeh zêde têbikar anîn.

Di herdu navendan de jî mikropa nijadperestiyê li dijî cewherê ola îslamê hatin bikar anîn. Di avakirina dewletên netew de ji bo pergala Netew Dewletê ava bike têgehên zor ên kapitalist emperyalizmina sereke bikar anîn. Bi rêbaza zorê li dijî gelê xwe bi a wayekî zalimane bêyî têkevin nava fikaran bikar anîne.

Lewra feraseta umeta îslamê bi cewherî netew-dewletê ve napercime.

Ji xwe împaratoriya Îngîlîstanê bi boneya umeta îslamê perçe bike netew dewlet pêş xist. Dîsa pîrdoziya wê ya sereke bi zanebûn nijadperesti pêş xist. Ev feraseta nijadperestiyê bi hiş û rahîm (malzarok) a umeta islamê ve pesinand. Di 200 salên dawî de di meskenê îslamê de nirxên gel ên îslamê perçe kirin û tahrîp kirin.

Birayên min ên mumîn:

Îslam bi sarstî li ser navê ol, gerdûniya herî dawî diparêze û nûnertiya olên dawî dike. Hem ji ber ziman û hem jî ji ber felsefeya xwe gernûniyek girîng bi dest xistiye. Di vê yekê de şik û guman tune. Lê tiştê ku ez di vê felsefeyê de herî girîng dibînim jî aliyê “yek” e. Vê yekê dixin meriyetê. Gerdûniya vê yekê xwe di “Yekîtiya Xweda” de bi hêzdarî nîşan dide. Di serê peyvirên me yên bingehîn de bi Nas’ên Xwedê yên ne girêdayî war û demê, weki heman “Yek” yên berpirsiyariya nas’an bên destgirtin û mafê wan teslîmî wan bê kirin. Ez bi têgehek zanîstî bêjim, Divê em pêkanîna şênber a rêgezên giştî bi adîlane û azad bi ser bixin. Dîsa bi şênberî bi tevahî di hemû zindîwaran de û bi taybetî di civakên girêdayî mirovan de li gorî gerdûniya îslamê li gorî nêzîkatiya adilane û azad em pêk Bînin.

Divê mafê qul neyê xwarin û maristanî neyê eciqandin.

Lê ji ber du navendên zalîmane xerabkar ên wekî “hizbullah” û “El Qaîde” yên bi feraseta kapitalist kirine bela umeta îsalmê. Ev yek temsîliya faşizma rojane dike. Faşîzm, bi darvekirinê û jêkirina seriyan di serî de gelê Kurdistanê li dijî hemû mirovên musluman û ne musliman pêk tê. Faşîzma nijadperest, otorîter û laik, duh jî û îro jî hêj pêkanînê xwe yên faşizma dewletparêz didomîne. Dîsa oldariya radikal û faşizm bi destê van 2 bizavan pêk tîne û dixe meriyetê.

Birayên bawermendên birêz;

Tevgera Azadiya Kurdistan dê ti carî nekeve rêşaşiya nijadperest, laîk û otorîter û derdorên xwe wek Îslama rasîqal binav dikin û dê ti carî firsendê jî nedene wan. Ez bawerim ku, tevgera azadiyê ku hun temsîl dikin dê li hember nijadperestî,cînsî,desthilardariya zilam ya kapîtalîst ku xwe wekî zanist binav dike dê ev tevger demorasiya rasîqal û qada azadiyê ew bi xwe bike. Ez banga Bawermendên Îslamiyeta nûjen a “yekîtiya milletê”watedar dibînim. Lê belê ev tu car nayê wateya, yek dewlet, yek millet, yek al’ê.Belovajî di ayetekî de jî derbasdibe,”Ji ber ku hun hev nasbikin,me hun wekî qewmên cûda afirandin”ev hukum bixwe di navxwede PIRANIYA DEMOKRATÎKA WEKHEV Û AZAD di afirîne û û yekîtiya qewmên din ên “yekîtiya milletan”îfade dike. Kongreya we hem ji bo Îslama gerdûnî û hem jî ya takekesî hêviya min ewe ku Yekîtiya Milletan xurt bike û ji pirsgirêkên hîzîbî, mezhebî û tekekesî re nizikatiyên rast derxîne holê. Ez divî mijarê de bawerî û hêviyên xwe dixwazim parve bikim.”

Tevgera me ol-laîkê bi hegomanyaya bîrdozî ya rojavayê re naxeniqîne. Li gorî min îslam bi xwe jî olê bi laîkê ve asê bike şaş e. Ev yek tevahiya jiyana di Îslamê de xirab dike. Disa rêgezên Îslamê weke tu dê bêjî modeye li ser kincan dane nasîn ji nêzîkahiyekî pozîtîvîst wêdetir nîn e. Heke îla danasînekî Îslamê ya rojane bêkirin li gorî min çanda îslam a ji hemû kesî re ya herî nêzîk e. Ya bi Çanda Îslamî tê fêmkirin hem a hatî pêkhatin û hem jî tê wateya civaka Îslamî. Em jî birînekin ku şert, şikil û îbadeta îro pêktê ji şertên Îslamê ya destpêkir gelek dûr e. Peyva yekemîn “Bixwîn e” bû. Yanî bi têkildarî fêmkirinê re bû. Ya esas ev e. Ev husus bi rihetî ji bo roja me jî derbasdar e. Ji bo wateya îslama rojane danisandina rastiya civakekî dîrok û rêgezên azad ên demokratîka adîl a civakên îslamê cîhadî ekber û cihadê şuray yanî rexne û renedayîn bê jiyîn e. Bi gotinekî din bi têkoşîna nefsî li dijî hêzên şer ên derveyî her tim nîşandan e.

Birêyên rêzdar, kongreya we li gorî gotinên giştî yên min gotin watedar mayînde be û ji şunda jî sazîbûna wê gelek girîng e. Ev yek peywirek e û li pêşiya me dirawestê. Weke li welatên Îslamê bi giştî hewcehî bi sazîbûnekî îslama nû ya her tim heye. Ji bo ku cemeatên bi bingeha sulta, şîa, selefî û îhvanî yên ji kapîtalîzma kurevî xwe xilasnekirin pêdivî bi sazibûnekî nû heye û ev yek pêvîst e. Helbet çare Îslama Diyanet a fermî nîn e. Îslama Diyaneta Fermî xesandiye. Ev yek îslama nefermî bêwateye û xizmetê li dijî xwe dike û îslamekî karîkatur e. Ji faşîzmê heya lîberalîzmê gelek qadên wê yên xizmetê hene. Ji ber vê yekê rola îslama dijber dilîze. Cemaat hem fermî hem jî bêyîfermî pratîkên îslama dawî li Tirkiyeyê tên ceribandin, civakê li hemberî mînaqên herî desthilatdar, dijminê hawirdorê û talana kapîtalîzmê tîne. Rastiya Îslama adilane, azad û demokratîk alternatîfa wê ye û divê her tim xwe bi wate bike û her tim xwe sazîbûn bike. Navê sazîbûna nû li ser esasên rêxistinê û vînekî vûkuf dê pêk bê û ez dixwazin vi vê mijarê de baweriya xwe bînim.

Herî dawî hinek derdor dixwazin tevgera me weke ateîst, komînîst û meteraylîst bidin nasîn. Mirov dikare ji wan re bêje “koleyên têgehan”. Ez dikarim tenê vê yekê bêjim; heke xwezaya civaka îslamî rastiyek be oldar û ateîstê Îslamê çênabe. Ev yek têgeh in. Gelê ku her tim rastî mêtîngerî, êrîş, teknîkên şer ên herî pêşketî yên hemû kapîtalîstên kurevî, gelê kurd incax bi lehengiya weke Hz. Alî pêk bê. Em kevneşopiya îslaam edîl, azad û demokratîk temsîl dikin di vê mijarê de tu gumana min tuneye. Tevgera me ji bo vê îdîayê ji hemû gelên mezlum re parve bike û pêşengiya wê bike jî tu gumana min tuneye.

Keyfxweşiya herî girîng sentezekî tevgerekî Selehadînî ya hemdem û tevgerekî Huseyînî ya hemdem e û çavkaniya îmanê ye. Ez banga parvekirin, vînbûnê û çalakiyê dikim. Bi navê xwendê yê azad û adil ê civakê û deweta yekîtiyê û dixwazim bi yekîtiyê bi bawerin û careke din kongreya we silav dikim.

24 Nîsan 2014

Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê

Abdullah Ocalan


Warning: Undefined variable $meta_text in /home/abdullahocalan/public_html/ku/wp-content/themes/xwe/content-single.php on line 53