DAXUYANIYA OCALAN Û 3 DILGIRTIYÊN ÎMRALÎ

Parêzer Newroz Uysal beriya daxuyanî bixwîne, wiha got; “Di destpêk de pêwiste mirov diyar bike ku, ev metîn ne metna muzakereyekî ye, ne jî metna mutabakatekî ye.”

“JI RAYA GIŞTÎ RE DANEZAN

Di vê pêvajoya dîrokî de pêwîstî bi lihevkirineke kûr a civakî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêwîstiyeke xurt bi rêbazeke danûstandinên demokratîk heye, ya dûrî çanda dijberbûn û şer.

Em dikarin pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên herêmê, ne bi şer û amûrên şîdeta fîzîkî, lê bi hêza nerm, yanî bi hêza aqil, polîtîk û çandî çareser bikin.

Em di wê baweriyê de ne, di çarçoveya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, pirsgirêkên li Sûriyeyê dûrî çanda şer, di rewşa ku tê de ne di çarçoveya yekparebûna Sûriyeyê de bi perspektîfa demokrasiya xwecihî ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin divê bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê hesasiyetên Tirkiyeyê jî bên dîtin.

Em hurmetê nîşanî berxwedana hevalên li girtîgehan û li derve didin, lê dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku divê negihînin asta ku rewşa wan a tenduristiyê bixe nava metirsiyê û rê li ber mirinê veke. Ji bo me, tenduristiya aqlî, fîzîkî û ruhî ya wan berî her tiştî ye. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku nêzîkatiya herî bi wate, xurtkirina sekna zîhnî û ruhî ye.

Sekna me ya li Îmraliyê, biryardariya ji bo kûrkirina rêbaza ku di Danezana Newroza 2013’an de hate ragihandin û domandina wê bi rengekî eşkere ye.

Aştiyeke bi rûmet û çareseriya siyaseta demokratîk ji bo me esas e.

Em her kesên ku ji ber sekna me ya li Îmraliyê meraq dikin û helwestê nîşan didin, bi rêzdarî bi bîr tînin û di asta herî bilind de spasdarê wan in.”

ABDULLAH ÖCALAN, HAMÎLÎ YILDIRIM, OMER HAYRÎ KONAR, VEYSÎ AKTAŞ


Warning: Undefined variable $meta_text in /home/abdullahocalan/public_html/ku/wp-content/themes/xwe/content-single.php on line 53